Bajarên şerê taybet

Erdogan dibêje tişta ku leşker û polîsan bi tank, top û xwînê kir, divê em bi polîtîkayên şerê taybet bidomînin. Ji bilî vê ti wateya kirina bajar a Cizîr û Geverê tine ye. 

Li Tirkiyeyê bajar û navçe bi tevahî li gorî polîtîkaya şerê taybet tên diyarkirin. Bi taybetî avabûnên bajar û navçeyên li Kurdistanê bi armanca tehekuma leşkerî û siyasî ya dewletê, bi tevahî li gorî şerê taybet hatine organîzekirin. Di nava deh salên bihurî de ku têkoşîna azadiya Kurdistanê bi pêş ket ev rastî bi zelaliya xwe hemûyî hate dîtin.  Di demên dawî de li  Kurdistanê Şirnex, Batman, Îdir û Erdexan xistin statuya bajarbûnê. Dîsa qutkirina Baybûrtê ji Gumuşhaneyê û qutkirina Kilîsê ji Dîlokê bi tevahî di çarçoveya şerê tabet de ye. Tê zanîn ku Kilîs di şerê li dijî Sûriyeyê de mîna baregehekê tê bikaranîn. Lê belê Skenderûn a bi dehê salan e dixwaze bibe bajar, hîna ji bo wê ev statû nas nekirine. Ji ber ku dema Skenderûn bibe bajar, pirraniya nifûsa Hatayê wê bibe Ereb. Yek ji navçeyên ku pêwîst e di destpêkê de bibûya bajar Skenderûn, ji ber vê yekê di statuya navçeyê de hiştin. 

Batman di salên 1990´î yek ji wan cihan bû ku tevgera azadiya Kurd herî zêde lê bipêş diket. Fermandarê mezin ê pêngava 15’ê Tebaxê Mahsûm Korkmaz tevî ku ji Farqînê bû jî zaroktî û ciwantiya wî li Batmanê derbas bû û li Batmanê Tevgera Azadiyê nas kir, lewra ji bo xistina bin kontrolê ya têkoşîna li vir, Batman xistin bajar. Şirnex jî ji bo mîna baregeha êrîşên li dijî Botan a têkoşîna gerîla lê herî zêde bû û êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê bi kar bînin, xistin bajar. Ji bo hebûna Kurdan li Qersê kêm bikin û hem jî ji bo verguherînin navendeke şerê taybet a li dijî Ermenîstanê, Îdir jî kirin statuya bajêr. Ji bo tehekuma siyasî ya li ser Kurdan bi tevahî pêk bînin û asîmîlasyonê bibin serî, Erdexan jî xistin bajar. Tevî ku Qers xistin sê parçe, ji ber polîtîkayên şerê taybet, dest nedan bajarên ji Qersê mezintir. Ji ber vê yekê divê were zanîn ku parçebûnên îdarî yên li Kurdistanê bir armanca şerê taybet û qirkirina Kurdan pêk anîne. 

Bêguman, heta beriya sedsalekê, bajar û navçe li gorî pêwistiyên aborî, civakî û çandî ji aliyê îdarî ve hatine parçekirin. Dibe ku Împeratoriya Osmanî ji ber pêwistiyên leşkerî û siyasî hin cih mîna navendên îdarî û leşkerî diyar kiribin. Lê belê bajar û navçe di dîrokê de bêhtir li gorî pêwistiyên aborî, civakî û çandî afirîne. Lê belê piştî ku Komara Tirkiyeyê mîna netewe dewlet bi gewde bû, parçekirinên îdarî yên ji bo qirkirina Kurdan jî hatin rojevê. Jixwe, pirraniya wan bi biryara Konseya Ewlekariya Netewî ya Tirk bûne bajar û navçe. 

Li Kurdistanê çawa di salên 1990’î de Batman, Şirnex, Îdir, Erdexan ne li gorî pêwistiyên gel ên aborî, civakî û çandî bûne bajar, niha jî Cizîr û Gever jî ne ji ber pêwistiyên aborî, civakî û çandî dibin bajar.  

Bersiva pirsa; çima Şirnex xistin bajar; çima niha vê biryarê paşve dikişînin, her tiştî bi hemû zelaliya xwe radixe ber çavan. Cizîr û Geverê bi tevahî ji ber pêwistiya şerê taybet a bi armanca qirkirina Kurdan dixin bajar. 

Bi vê yekê hem wê bajarên herî walatparêz ên Kurdistanê bixin bin kontrolê, hem jî wê van cihan ji bo êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê bikin baregehên leşkerî û îstîxbarî. Yanî ne ji bo xêrê, ji bo şer van cihan dikin bajar. Ev nêzîkatî bi tenê jî piştrast dikin ka desthilatdariya AKP’ê çawa nêzî pirsgirêka Kurd dibe. 

Serê şerê taybet ê salên 1990’î, niha serê Tayyip Erdogan e. Berê qala Çiller, Agar û Gureş dihate kirin, niha ev her sê serî di Tayyip Erdogan de gihiştine hev. Dibe ku Suleyman Soylu dixwaze bibe Mehmet Agar; lê belê ev mirovê bêesl ji bilî bûyiha peyayê Tayyip Erdogan, ne xwediyê ti karakterî ye. Ev seriyê dijminê Kurd mîna ku tiştekî nû dîtibe mîna ku demekê DYA’yê li Vîetnam û cihên din mêtîngaran serketina xwe bi rêjeya kuştina gerîla û mirinên li dijî gerîla îfade dikir, îfade kir. Beranberî mirina leşker û polîsekê deh gerîla tên kuştin! Ev, gotinên DYA’yê ne yên ku di sedsala 20´an de li dijî şervanên azadiyê bi kar dianîn. Tayyip Erdogan êdî bi seriyê tevkujer ê şerê taybet li her tiştî mêze dike. Bi kirina bajar a navçeyan re bêhtir difikire ku bi rêbazên şerê taybet û kirêt wê karibe Tevgera Azadiyê tasfiye bike. Projeya bi tenê ya derbarê pirsgirêka Kurd dem, ev e. Tê gotin, Tayyip Erdogan di civînên Konseya Ewlekariyê û Gladyoya Qesrê de dibêje, ya ji bo wan lazim, mirovên bimirin in. Yanî bi dahfdana ciwanên Tirk ên xizan re çareserkirina pirsgirêkê. Jixwe, kurê wî naçe leşkeriyê. Demekê gelê Osmanî digot, bila padîşah û paşa bi çêkirina me ya zarokan baweriya xwe neyînin û planê şer nexin dewreyê. Di vê rewşê de tişta ku pêwîst e gelê Tirk bibêjê Erdogan, ev yek e. 

Ji bilî bi Gladyoya Qesrê û şerê taybet, çewisandinê ti polîtîkaya Tayyip Erdogan û hevkarên wî tine ye. Bêguman xebatên parçekirina gelê Kurd û siyaseta Kurd jî didomin. Lê belê li van tevan tê fikirîn, mîna ku amûrên destekkirina polîtîkaya çewisandinê bin. Lewra jî ji bilî vê fikirîna Kurdan û hêzên demokrasiyê ya tiştekî din, bi îfadeya herî nerm, wê xeflet be. 

Tayyip Erdogan dibêje; "Ez ê Cizîr û Geverê ji bo bîranîna  şehîdan bixim bajar." Bîranîna şehîdan a qala wê dike jî leşker û polîs in ku ji bo şikandina îradeya xwerêveberiyê ya gel bişkîne şandibûna bajarê Kurdan. Erdogan dibêje tişta ku leşker û polîsan bi tank, top û xwînê kir, divê em bi polîtîkayên şerê taybet bidomînin. Ji bilî vê ti wateya kirina bajar a Cizîr û Geverê tine ye. 

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA