Bajarekî Sûriyê tê tahliyekirin
Bajarekî Sûriyê tê tahliyekirin
Bajarekî Sûriyê tê tahliyekirin
Rejîma Sûriyeyê ji bajarê Adra ku pevçûnên dijwar lê tên jiyîn bi hezaran kesî tahliye dike.
Li bajarê Adra ku navendeke sanayiyê ye, di navbera artêşa hikûmet û eniya El Nusra de pevçûnên dijwar tên jiyîn.
Wezîrê Ewlehiya Civakî diyar kir ku ji bajar heta niha 5 hezar kes tahliyekirin.wezîr da zanîn ku hemû kesên hatine tahliyekirin li herêmên bi ewle bicihkirine.
Endamên el Nusra di meha kanûnê de êrîşê Adra kiribûn lê piştî demekê artêş Sûriyeyê jî dest bi êrîşê kir.
Pevçûnên li Adra ji bo ku li herêm û bajarê Kalamun serdestî pêk bê wek cihekî stratejîk tê zanîn. Herî dawî bi girtina Nabk û pevçûnên Yabrud re Tugayên îslamî û Nusrayêbi ser Adrayê de girtibûn. Lê artêş Sûriyê bajar girtin û sivîlên li herêmê tahliye kirin.
Pevçûnên li Sûriyeyê her diçin zêde dibin. Bikaranîna çekên giran dibin sedema wendahiyên mezin.