Bahaneya Erdogan a ji bo têkçûnê: Hewa ne xweş e!

Erdogan ji bo têkçûna xwe ya li Efrînê "rewşa hewayê" weke bahane nîşan da. Lê ev derewa wî jî eşkere bû.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp erdogan li Civîna Berfireh a Serokên Bajarn ên AKP'ê ya li Navenda Giştî ya AKP'ê axivî.

Erdogan di axaftina xwe de anî ser wê yekê ku li Efrînê encam negirtine û got, "Em li bendê ne ku operasyon wê ji niha û pê ve hê bi lez be." Erdogan ji bo serneketina xwe jî ev bahane anî ziman: "Hewa ne xweş e. Ev têkoşîn di nava berf, bahoz, mij û dûmanê de tê kirin. Berf, bahoz, firtone ne xema leşkerên me ne."

'STRATEJIYA NÛ...'

Erdogan di dewama axaftina xwe de anî ziman ku pêwîstiya wan bi stratejiyeke nû heye û got, "Em ê tavilê dor li navenda bajarê Efrînê bigirin û piştî ku têkiliya terorîstana  bi derve re hate birîn em ê operasyonê bi stratejiyeke nû bimeşînin."

Di vê navberê de bahaneya "hewa ne xweş e" ya Erdogan jî ne rast e. Li Efrînê tavik e û carna baraneke hûrik dibare. Ji bilî vê berf û bahoz nîne. Germahî jî 15-17 pile ye.