Ayşe Denîz Karacagîl li Brukselê hate bîranîn

Şervana MLKP'ê Ayşe Denîz Karacagîl, ku li Reqayê tevlî karwanê nemiran bû, li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê Yekîtiya Jinên Sosyalîst ve hate bîranîn.

Merasîma bîranînê, ji bo bîranîna Ayşe Denîz Karacagîl û hemû şehîdên şoreşê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre axaftin hate kirin û hate gotin, "Karacagîl a tevlî karwanê nemiran bû, pirek bû ku ji berxwedana Gezî digihaşt Rojava. Ala sosyalîzmê li Rojava gihand ala enternasyonal a li Rojava. Gelekî ciwan bû û gelekî meşiya. Doza wê doza me jinan e."

Dûre helbest hate xwendin û bi rêya sînevîzyonê, têkoşîna Karacagîl hate nîşandan.

Nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê jî di merasîmê de axivî û ji bo xwedîderketina li têkoşîna wê bang kir.

Rêxistina Kizil Yardim (Alîkariya Sor) jî banga piştgiriya enternasyonal kir.