Ayna: Qetlîama Parîsê berdewama 15'ê Sibatê ye
Ayna: Qetlîama Parîsê berdewama 15'ê Sibatê ye
Ayna: Qetlîama Parîsê berdewama 15'ê Sibatê ye
Meclisa Jinê ya BDP'a Îzmîrê têkildarî qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd panel pêk anî. Di panelê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, di panelê de diyar kir ku, lazime ew di 15'ê Sibatê de tevlî kolan û qadan bin û hemû gelê Kurd derkevin kolanan û bêjin "Em hemû Ocalan in, Sakine ne."
Meclisa Jinê ya BDP'a Îzmirê ji bo 3 jinên siyasetmedar ên Kurd bibîr bîne, li şaxa Tum-Tîsê ya Îzmirê panela bîranînê pêk anî. Di panelê de endamên meclisa jinê ya BDP'ê yên navçeyan û Îzmîrê û Parlamentê BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna amade bûn. Li salona panelê wêneyên 3 jinên Kurd hatin daliqandin. Di panelê de Emîne Ayna axivî û diyar kir ku, li hemberî dewletek zalim têkoşîna heq û hiqûqê dide. Ayna da zanîn ku, bi salane êdê dijîn û qetilkirina 3 jinên kurd a li parîsê êşek din li ser êşa wan zêde kiriye. Ayna da zanîn ku, di vê pêvajoya ku hevdîtin tê kirin de qetilkirina 3 hevalên wan ên jin berdewama komployê ye.
Ayna anî ziman ku, qetilkirina 3 hevalên wan ên jin pir aliye û wiha got: "Hevparên jin ên Tevgera Azadiya Kurd Rêheval Sakine ji xwe re wekî rêber îlan kirin. Ev êrîşek birdozî ye. Mijar ew qas ne hezan û ji rêzê ye. Bi vê qetlîamê dibêjin em tevger û vîna azadiya jine nas nakin. Ev qetilkirinek pir hov û bêbexte. Heval Sakîne dîroka têkoşîna jinê ye. Xwestin bi qetilkirina wê dîroka têkoşîna me tune bikin. Ne tene jineke. Di her kêlika jiyana xwe de tekoşîna azadiya jinê jiya ye. Qetilkirina jinan ya li Parisê berdewama komploya 15'ê Sibatê ye. Divê di 15'e Sibatê de em her kes derkevin qadan. Divê em her kes bêjin em Ocalan û Sakîne ne. "
Ayna anî ziman ku, welatên Ewropayê cihê komploya li hemberî gelê Kurd hatiye destpêkirine û wiha berdewam kir: "Di sala 2013'an de cihê Rêberên jin ên Kurd hatine qetilkirine. Ev nîşana ku hêj komplo berdewam dike ye. Ev karê hêzên navneteweyî ye. Dibêjin em bi Abdullah Ocalan re di axivin û hûn jî bêdeng bibin. Dibêjin Ewropa û Fransa li pişt me ye. Dibêjin em çawa xwazin em dê wisa bikin.
'BIRÊZ OCALAN HEM RÊBERÊ BÎRDOZÎ Û HEM JÎ RÊBERÊ TAKTÎKE'
Ayna da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê gelekî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber aliyê azadî û wekheviyê yê PKK'ê DYA'ê ew wekî rêxistina terorê bi nav kir. Hin rêxistinên din jî yên wekheviyê dixwazin hene. Lê tenê PKK û gel bûn yek. Ji fikr û ramana PKK'ê ditirsin û gelê Kurd talûke dibînin. Cûdahiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji ya rêberên din hem bîrdozî û hem jî taxtike. Aliyê wî yê fermanê dide tune."