Aydogan komkujiyên ser sinorê Rojava ji Guler pirsî
Aydogan komkujiyên ser sinorê Rojava ji Guler pirsî
Aydogan komkujiyên ser sinorê Rojava ji Guler pirsî
Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, kesên li ser sinorê Rojava hatine qetilkirin ji Wezîrê Navxweyî ê Tirk Muammer Guler pirsî.
Parlementera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan bibîrxist ku, 17’ê Mijdarê 3 kesên ku xwestin ji gundê Hîmo yê girêdayî Qamişlo derbazî Nisêbînê bibin, di encama gulebaran ji wesayîtên zirxî jiyana xwe ji dest dan û got: “Bi daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Mêrdînê dayî piştrast kir ku ên gule barandî tîmên tevgera taybetin. Di nava mehekê de 7 sivîl li ser sinorê Rojava hatin qetilkirin, dema mirov vê dixe berçavan, ev êrîş ji polîtîkayên ewlekariyê zêdetir, îdiayên mudaxeleyên keyfîne di nava rayagiştî de fikaran çêdike.”
Di pêşniyarpirsa Aydogan de ev pirs hatin kirin:
-Herêma Hatayê ku li rexmî çûn û hatinên sivîlan hene jî heya niha tu agahiyên ku weke sivîl hatine hedefgirtin nehatine. Di nava mehekê de li ser sinorê Rojava kuştina 4 sivîlan, li Şenyûrtê peywirdarekî leşkerî li berçavê herkesekê çekê dirêjî sivîlan dike û yekê birîndar dike. Ev biryarekî navendiye?
-Eger biryarekî navendî nebe, dê bertek pêşbikevin û dê weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê qebûl kirin, têkildarî van peywirdaran dê pêkanînek çawa bê kirin?
-Tê zanîn ku hertim li ser sinoran mirov tên û diçin. Ji bo astengkirina bikaranîna çekan li dijî mirovên sivîl ên Rojavayî ku li cihên nehatine destnîşankirin derbaz nebin, dê meqamên we fermanekê bide? Yan jî ev pêkanîn dê bibe pêkanînek rûtîn? Gelo ev pêkanîn tenê ji bo herêma piranî Kurd lê dijîn taybete?
-Di nava salekê de hêjmara Sûriyeyên ji deriyê sinor yê Akçakale Rihayê derbazî Tirkiyeyê bûne çiqasin?
-Di nava salekê de hêjmara welatiyên Sûriyeyî ên bi pasaportê derbazî Tirkiyeyê bûne çiqasin?
-Di nava salekê de hêjmara Kurdên Sûriyeyê ên di sinorê Nisêbînê de derbazî Tirkiyeyê bûyîn çiqas? Ji wana çend bi pasaportê derbaz bûne?
-Li Sûriyeyê piştî sala 2011’an şerê navxweyî destpêkir û şûnde, hêjmara Kurdên Sûriyeyê bê pasaport di deriyê Nisêbînê de derbazbûyîn çiqasin?
-Di nava salekê de hêjmara Sûriyeyiyên ku bi hinceta ‘ewlekarî binpêkirine’ derbazî Tirkiyeyê bûne û jiyana xwe ji dest dane çiqasin? Hêjmara Sûriyeyê ku xwestin sinorê Nisêbînê re derbaz bibin û jiyana xwe jidest dayîn çiqasin? Têkildarî çend Sûriyeyên ku jiyana xwe ji dest dayîn, karûbarên hiqûqî hatine destpêkirin? Ev karûbarên hiqûqî ên hatine destpêkirin di kîjan astê de ne?