Aydar: Polîsê Alman derewan dike

Aydar: Polîsê Alman derewan dike

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar  bersiv da îdiayên polîsê Alman yê di doza siyasetmedarên Kurd Wezîr T de îfade bû.  Aydar da zanîn polîsên Alman bi mantiqa herî avêtinê bila şopa wê bimîne tevdigere û wiga got: “Li Ewropayê li hemberî tevgera Kurd operasyonên tên meşandin parçeyê heman konseptê ye.”

 Doza siyasetmedarê Kurd Wezîr T ku li Almanyayê di çarçoveya qanûna 129b de doz lê hate vekirin, danişîna wî duh li Daîreya Krîmînal a Federal pêk hat.   Şefê polîsan Jurgen Becker ku li beşa PKK’ê dinêre bi sifata şahidiyê  îfade da.  Îthamên Becker yên li hemberî tevgera Kurd û PKK’ê, ji îdiaya wêdetir tunebûn û nûçeyên çapemeniya Tirk yên bi mijara ‘TAK, PKK’ê’ pêşkêşî dadgehê kirin.

Her wiha şefê Polîsan Becker îdia kir ku, ji kompîtura Zubeyîr Aydar ji Komîteya Parastina HPG’ê  îfadeyên wekê ‘Li Tirkiyeyê çalakiyên întîxarê bikin’ hatiye şandin û îdia kir ku, ev di destê polîsên Belçîkayê de heye. Aydar bersiv da îdiayên Polîsê Alman û ji hikûmeta Berlînê re got ‘polîka xwe ya kurdan biguherîne.”

NAMEYEK WISA TUNEYE HEMÛ DEREWE

Aydar  di derbarê îdiayan de axivî û got di 2010’an de meha kanûnê de polîsên Belçîkayê operasyonek pêk aniye û wiha got: “Polîsan dest da ser hemû kompîtur û dosyayên me. lê di kompîturên me de tiştekî wisa derneket û ne jî polîsên Belçîkayên îdiayeke wisa avêtin holê. Ne jî min nameyeke wisa nivîsiye. Ev dereweke gelek mezine.

Aydar anî ziman ku, ev lîstika polîsê Alman wekê ku ‘axê bavêje bila şopa wê bimîne’ û got: “Daraza Alman bi bi kanûna xw eya 129b yê dixwaze têkoşîna kurdan û kurdan krîmînalîze bike.  Li gorî me bi delîlên derew dozê dimeşînin. Ev doz bi heq û hiqûqê ne mumkune bê îzahkirin.”

Aydar got ev dozên li Ewropayê tên vekirin ji bo dewleta Tirk kêfxweş bibe tên kirin û wiha pê deçû: “Konsepteke êrîşa întîxarî  ya tevgera me tune û nebûye. Yanî bi taybetî kesekî li Ewropayê dijî ne mkumkune bi tiştên wisa leşkerî re mijûl bibe. Ji xwe ez mijarên leşkerî niznaim. Pisporiya min tune.”

Aydar li ser pirsa me ya ku Dadgerê Alman ji polîs re dibêje; ‘di destê we de belgeya we heye an na?  polîs jî dibêje di destê me de belge tuneye, lê em hînbûn ku nameyek heye’ jî wiha bersiv da: “Kesekî pispor ku bangî wî tê kirin divê bi dedîkodiyên wisa re eleqeya wî tunebe.  Ez îfade cidiyeta dadgehê xera dike. tu eleqeya TAK’ê bi tevgera me nîne. Em rêbazên TAK’ê ji xwe re nakin mînak. Ev propagandaya reşkirinê ya dewleta tirke.

JIBO ALMANYAYÊ BANG

Aydar di berdewamiy axaftina xwe de got; pitşî 1980’ê li hemberî tevgera kurd li Almnayayê hin ekîb hatin avakirin û got: “Operasyon hatinkirin.  Ev yekîne bi rant û derewan xwe didomînin. Raporên derew didin. Ev ekîb li dijî kurdane û polîtîkaya dijminahiyê didomînin. Ez bang li hikûmeta Berlînê dikim.  Kurd li dijî Almanyayê ne tehdîde.  Ewlehiya welatê Ewropayê xirab nake.  Her wiha ev polîtîka ne tenê li Almanyayê, li Fransa û Hollandayê jî tê meşandin.”