Aydar bang kir: Mîna sala 1999'an divê em rabin ser piyan

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar bang li Kurdên li Ewropayê kir ku roja Şemiyê li Strasboûrgê li hev bicivin û got, "Mîna sala 1999'an divê em li her qadê rabin ser piyan, nîşan bidin ku tecrîdê qebûl nakin û azadiyê misoger bikin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ku di heman demê de endamê Konseya Rêveber a KNK'ê ye, ji bo xwedîderketina li berxwedana li dijî tecrîdê û rabûna li ber komploya navneteweyî bang li Kurdên li Ewropayê kir ku 16'ê Sibatê li Strasboûrgê bin.

'EV YEK PÊLEKE BERXWEDAN Û PÊNGAVÊ YE'

Zubeyîr Aydar, çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ziyaret kir û diyar kir ku çalakger bi briyardarî li ber xwe didin. Aydar destnîşan kir, berxwedan pêl bi pêl belav dibe û got, "Ev yek pêleke berxwedanê ye, pêleke pêngavê ye."

'BERXWEDANA GREVA BIRÇÎBÛNÊ BANG E LI GELÊ ME Û DOSTÊN ME'

Aydar bi bîr xist, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ketiye sala 20'an û got, "Ev berxwedana greva birçîbûnê bangeke girîng e li gelê me, li dostên me. Divê em dengê wan li dinyayê bidin bihîstin. Di çarçoveya vê çalakiyê de pêwîste çalakiyên mezin û girseyîn bên lidarxistin. Divê em tecrîdkirina Rêber Ocalan bi dawî bikin û rê li ber azadiya wî vekin."

'MÎNA SALA 1999'AN EM RABIN SERHILDANÊ'

Aydar bal kişand ser serhildana neteweyî ya sala 1999'an ku li dijî komploya navneteweyî hate kirin û got, "Mîna sala 1999'an divê em li her devera dinyayê rabin ser piyan, dîwarê tecrîdê hilweşînin û azadiyê misoger bikin."

BILA HER KES ROJA ŞEMIYÊ LI STRASBOÛRGÊ BE

Zubeyîr Aydar bang li her kesî kir ku di salvegera komploya navneteweyî de berê xwe bidin Strasboûrgê û got, "Gelê me wê îsal 16'ê Sibatê roja Şemiyê li Strasboûrgê li hev bicive. Ji ber ku bi sedan hevalên me di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan krîtîk e, salvegera îsal gelekî girîng e. Divê îsal ji salên bihurî cudatir be. Em bi rengekî girseyî li Strasboûrgê li hev bicivin û bibin dengê van hevalên xwe."