Awûstûrya qedexeyên der barê DAIŞ’ê de nîqaş dike
Awûstûrya qedexeyên der barê DAIŞ’ê de nîqaş dike
Awûstûrya qedexeyên der barê DAIŞ’ê de nîqaş dike
Piştî Elmanyayê, Awûstûrya jî nîqaşên xwe yên li dijî DAIŞ’ê da destpêkirin. Hikûmet hewl dide ku sembolên DAIŞ’ê qedexe bike û her wiha saziyên Misliman yên welat jî bi fikarin ku ev qedexe bi sembola sînor bimînin dê amûrê propagandayê bidin DAIŞ’ê.
Ji aliyê endamên Desteya Wezîran a Hikûmeta Koalîsyonê yên ji Partiya Gel (OVP), li dijî DAIŞ’ê pakêteke ku gelek tedbîr têde heye hat amadekirin. Pakêta ku endamên Partiya Sosyal Demokrat jî piştgiriyê didinê, pêşniyar dike ku sembolên DAIŞ bi kar tîne bê qedexekirin. Di nava sembolan de ala reş a bi nivîsa ‘Ji xwe wêdetir îlah tune, Muhammed sefîrê Xwedaye. Dewleta Îslamî’ jî heye.
TEDBÎR HENE
Pakêta ku ji hewl tê dayîn ji aliyê hikûmeta Awûstûryayê bibe qanûn, tedbîrên li dijî astengkirina DAIŞ’ê digire nav xwe. Li gorî pakêta OVP’ê mafê welatîbûna kesên tevlî DAIŞ’ê bûne an jî tevlî dibin dê jê bê girtin.
Di çarçoveya pakêtê de kesên temenê wan têr neke, beyî destûra malbatên wan li cihên ku DAIŞ xebatê dimeşîne gera wan tê astengkirin.
Cîgirê Serokwezîr Reînhold Mîttellehner der barê mijarê de axivî û got heta niha 140 ciwan tevlî DAIŞ’ê bûne û got tevlîbûnên ji Ewropayê bên astengkirin.
Mittellehner, got çeteyên DAIŞ’ê bi taybet li ser înternetê ciwanan Misliman radîkal dike û dike bin banê xwe. Mîttellehner got ku tevlîbûna ciwanan a ji Ewropayê xetereyek mezin e.
Yekîtiya Baweriya Îslamî a Awûstûryayê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew li dijî tedbîrên ku li dijî DAIŞ’ê tê girtin bi guman in û got du hevokên yekem yên di ala DAIŞ’ê de cih digirin ji aliyê Mislimanan ve tê qebûlkirin û got gelek kesî li malên xwe daliqandiye û hat gotin ku dive ku DAIŞ van qedexeyan binpê bike.