Avûstûrya: Ji ber sedema Tirkiyê bernameya aştiyê di talokeyê de ye
Avûstûrya diyar kir ji ber blokeya Tirkiyê bernameya aştiyêya ku NATO bi gelek welatên Balkanan re bi rê ve dibe ketiye talokeyê û banga ‘’krîzê çareser bike’’ li NATO’yê kir.
Avûstûrya diyar kir ji ber blokeya Tirkiyê bernameya aştiyêya ku NATO bi gelek welatên Balkanan re bi rê ve dibe ketiye talokeyê û banga ‘’krîzê çareser bike’’ li NATO’yê kir.
Havîna bihurî Avûstûrya diyar kiribû ku ew naxwazin Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewropayê û di navbera du welatan de krîz çêbûbû. Ev krîz piştî ku Viyanayê mîtîngên AKP’ê yên ji bo referandûmê qedexe kiribûn zêdetir bû.
Piştî krîza ku têkiliyên Enqere û Viyanê anîbû ber qutbûnê, Tirkiyê Bernameya Hevkariyê ya ji bo Aştiyê ku bi tevlêbûna 28 endamên NATO’yê û 40 welatên ku ji Ewropa, Efrîka û Asyayê hatibûn, Adara bihurî bloke kiribû.
Avûstûrya ku ne endama NATO’yê ye ji 1995’an ve bi awayekî aktîf tevlî bernameyê dibe ku ev bername armanc dike di navbera welatên Ewropaya Rojhilat û Komarên Sowyetê de baweriyê çêbike. Lê rejîma AKP bernameyên ku Avûstûrya tê de ne bloke kiribû û dibe sedem ku di nav NATO de krîzeke dî derkeve holê.
Xitimandina bernameyê ku hedef dike pêvajoya aştiyê ya Kosovayê mayinde bike, duh di civîna Wezîrên Parastinê ya Yekîtiya Ewopa de ku li Valette a Maltayê pêk hatibû, bûbû rojeveke sereke.
Di civînê de ku Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jehns Stoltenberg jî hazir bû, Wezîrê Parastinê yê Avûstûryayê Hans Peter Doskozîl diyar kir ji ber sedema Tirkiyê bernameya aştiyê ya navberî li ber têkçûnê ye.
‘DIVÊ LI SER TIRKIYÊ ZEXT WERIN KIRIN’
Doskozîl diyar kir leşkerên Avûstûryayê ji ber sedema blokekirina Tirkiyê tevlî bernameyê nebûne û got, Avûstûrya partnerê pêbawer ê NATO’yê ye û ji bo çareseriya krîzê ji Stoltenberg xwest ku zextê li Tirkiyê bike.
Stoltenberg duh têkildarî binçavkirin û girtinên li Tirkiyê axivîbû û ji Enqerê re gotibû: ‘’Heqê Tirkiyê heye ku xwe biparêze û kesên li pişt hewldana darbeyê ya neserkeftî darizîne. Lê divê ev bi hurmetdayina rajoriya hiqûqê were kirin.’’