Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta tevlî bernameya 'Rojeva Welat' a Stêrk TV bû û li ser projeya ku Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo Êzîdxanê amade kir got, "Projeya avakirina demokratîk a Şengalê, di heman demê de nexşerêya Şengalê ye. Ev nexşerê gelekî girîng û kûr e. Ji bo amadekirina vê projeyê, meclîsê piştî kongreyê gelekî hewl da, li ser her xaleke wê nîqaşên berfireh kir."
Avesta ragihand, gelê Şengalê yê dixwaze bi rengekî demokratîk û azad bijî, ji dîroka xwe ya komkujî û fermanên lê rabûn dersên pêwîst derxistiye û projeya xwe ya jiyanê ji her kesî re ragihandiye.
Avesta got, "Bi ya me, ev helwesta wan gelekî hêja û pîroz e. Lewma divê were silavkirin û piştgirî jê re bê dayin. Ji bo vê civakê, çareserî êdî bi parastin û jiyana xweser dibe. Li gorî me, divê rêziknameyek ji hevkariya civakên din ên li heman herêmê dijîn, dikare bê amadekirin. Tevgera me ya azadiyê, ku ji 3'ê Tebaxa 2014'an û vir ve li herêmê ye, ji bo parastina civaka Êzidî gelekî hewl da. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civaka Êzidî jî aktorekî girîng e. Ji ber vê yekê, hêzên azadiyê yên li wê derê, garantora jiyana xweser a Êzidiyan e."
Sozdar Avesta diyar kir, ku ev proje tiştekî xeyalî nîne û anî ziman, ku zêdeyî 3 sal in gel xwe bi xwe diparêze û li dijî fermana 73'an YBŞ/YJŞ'ê xwe weke hêza parastinê bi rêxistin kiriye.
Avesta bi bîr xist, ku civaka Êzidî ev 3 sal in bêyî alîkariyekê ji derve bigire xwe bi xwe bi rê ve dibe û destnîşan kir, ku ev proje Êzidiyên li derveyî Şengalê jî dihewîne.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta destnîşan kir, ku projeya xweseriya demokratîk, modeleke Êzidiyan e ku dikare hemû pirsgirêkên civakên din ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê çareser bike.
'ÊRÎŞA HEŞD EL ŞABÎ YA LI DIJÎ HÊZÊN YBŞ'Ê NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'
Avesta êrîşa Heşd El Şabî ya li dijî hêzên YBŞ'ê nirxand û got, "Şengal herêmeke hesas e. Gelek hêz hewl dide li vir serdest be. YBŞ, berî niha bi 3 salan piştî êrîşa DAIŞ'ê ya li Şengalê ava bû û bû hêza herî bandor a herêmê. Di nava pêngavên rizgarkirina Şengalê û derdora wê de, di vekirina korîdora Şengalê de cih girt û gelê ku li qadên azadkirî vegeriya, parast. Wê wextê, ne hikumeta navendî ya Iraqê, ne pêşmerge, ne jî Heşd El Şabî xwedî li gel derketin. Balkêş û manîdar e ku piştî rizgarkirina vê herêmê, van hêzên navborî xwe nîşan dan. Dixwazin mesaja 'Em jî li vir in' bidin. YBŞ'ê daxuyanî da û got, 'Bila kes hewl nede hêza me biceribîne'. Ev daxuyanî daxuyaniyek gefxwarinê nîne. YBŞ parastvanê projeya xweseriya demokratîk a Êzîdxanê ye. Dema ku hêzeke din hat û got, 'Ev der cihê min e, tu nikare ji vî sînorî derbas bibe', bêguman wê YBŞ destûrê nede vê yekê. Tevî ku nizanim ev êrîş çawa hatiye kirin jî, lê çi dibe bila bibe hewldana ceribandina li ser hêza parastina Şengalê ne ya qebûlkirinê ye. Şaşitî ye. Divê her kes ji vê şaşitiyê vegere."
'ÊZÎDÎ DIVÊ NEYÊN LÎSTIKÊ'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got divê Êzidî neyên lîstikê û wiha domand: "Dixwazim vê bibêjim; Ji nav Êzîdiyan hin jê berê xwe didine hêzên Heşd El Şabî. Divê Êzîdî neyên vê lîstikê. PDK bi salan xwest ku Êzîdiyan li hev sor bike. Êrîşa herî dawî ya Xanesorê mînaka vê bû. Beriya niha jî xwestin gelek provakasyonan bikin. Êzidiyên li nava Heşd El Şabî cih digirin, divê nebin şûrê kesî, nebin çeka kesî. YBŞ/YJŞ, hêzên parastina Şengalê, Asayîşa Êzîdxanê û vîna siyasî ya Şenaglê wê rê nede sorkirina gelan a li hemberî hev."
Avesta destnîşan kir, ku divê Êzidî hê bêhtir YBŞ/YJŞ'ê mezin bikin, tifaqa xwe xurt bikin û xwedî li projeya xweseriya demokratîk derkevin.
Avesta got, "Tevgera Azadiyê çawa ku beriya niha civaka Êzidî parast, wê ji niha û pê ve jî biparêze. Ji her alî ve wê destekê bide projeya xweseriyê û bi erka parastinê rabe."