AvEG-Kon: Ji bo piştevaniya Rojava dakevin qadan

AvEG-Konê diyar kir, dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ'ê rizgar bike û li dijî planên dagirkeriyê banga piştevaniya Rojava kir.

Konfederasyona Koçberan a Bindest a Ewropayê (AvEG-Kon) der barê planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên dijî Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger dijminatiya xwe ya li Rojava didomîne û Emerîka, Rûsya, Yekîtiya Ewropa û hemû hêzên emperyalîst plana nû ya komkujî û dagirkeriyê ya dewleta Tirk pejirandine.

Di daxuyaniyê de bang li xwecihî, koçber, çîna karker û kedkaran a Ewropayê hate kirin ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a faşîst rabin ser piyan.