AvEG-Kon: Em tevlî Kampanya Malbata Bira bibin
AvEG-Konê banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê û tevlîbûna li kampanya 33 malbatên bira bibin, kir.
AvEG-Konê banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê û tevlîbûna li kampanya 33 malbatên bira bibin, kir.
AvEG-Konê banga xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê û tevlîbûna li kampanya 33 malbatên bira bibin, kir.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn, piştî têkçûna desthilatdariya AKP/Erdogan a faşîst di 7'ê Hezîrana 2015'an de, êrîşa bombeyî ya 20'ê Tîrmehê ya li Pirsûsê li dijî ciwanên sosyalîst hat kirin, destpêkirina şerekî nû yê kirêt ê li Kurdistanê bû.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku ciwanên sosyalîst bi şiyara "me bi hev re parast, em bi hev re ava dikin" ji çar aliyên Tirkiyeyê berê xwe dan kobanê û xwestin di navbera gelên Kurdistan û Tirkiyeyê de bibin pirek.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Piştî komkujiya Pirsûsê ku 33 sosyalîst lê hatin qetilkirin, faşîzmê bi tank, top, leşker, polîs, JOH û POH'ên xwe re li hemberî gelê me yê Kurd dest bi êrîşên komkujiyê kir. Hêzên dewletê yên bi awayekî wehşî êrîşî ragihandina xwerêveberiya gelê Kurd kirin, bajarên mîna Cizîr, Sûr, Silopiya bi erdê re kirin yek, bi sedan mirov qetil kirin, bi hezaran birîndar kirin, bi sed hezaran neçarî koçberkirinê hiştin. Li Nisêbîn, Gever, Hezex û Şirnexê jî êrîşên hêzên dewletê yên ji bo hilweşandin û komkujiyê dewam dikin." AvEG-Konê destnîşan kir, ku dîktatoriya faşîst, mîna li Cizîrê mirovên li jêrzemînan asê man şewitand, îşkence li cesedan kir, sûcê şer kir û pîvanên hiqûqa navneteweyî ji nedîtî ve hat.
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, gelê Kurd li hemberî vê hovîtiyê, xwerêveberiyên xwe parastiye, bi lehengî li ber xwe daye û hat gotin, "Berxwedana ku çaryek salê li Cizîr û Sûrê hat meşandin, niha bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS/YPS Jinê) li Nisêbîn, gever, Şirnex û her devera êrîş li hemberî qadên xwerêveberiyê tên kirin, dewam dike. Em vê berxwedana li hemebrî faşîzmê silav dikin.
Weke AvEG-Kon, ji bo piştgiriya bi malbatên mexdûrê komkujî û êrîşên dewletê man e, tevlî kampanya Malbata Bira ya li Ewropayê tê meşandin dinbin. Em vê xebata xwe ji bo bîranîna 33 şehîdên Pirsûsê bi şiyara 'Kampanya 33 Malbatên Bira' dimeşînin.
Di çarçoveya kampanyayê de ji malbatên li Ewropayê re têkilî û agahiyên têrker tê dayîn ku her malbatek salekê alîkariya ji 150 Euro bidin malbatekê. Ev piştgiriya malbatên li Ewropayê ji bo malbatên li Kurdistanê li ber xwe didin û her tiştên xwe winda kirine, her çiqas ji aliyê madî ve kêm jî be, wê ji bo malbatan bibe hêz û moraleke mezin. Ev destê piştgiriyê yê ji cihekî bi hezaran kîlometreyî dûr bê dirêjkirin, tevî piştgiriya ji bo malbatan di heman demê de wê bibe gavek ji bo xurkirina berxwedana li hemberî faşîzma AKP/Erdogan tê meşandin.
Weke AvEG-Konê em bang li hemû kedkar û karkerên koçber û xwecihî yên li Ewropayê dijîn dikin, ji bo tevlî kampanya me ya '33 Malbatên Bira' bibin."