BI DÎMEN

AvEG-Kon'ê nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' dewr girt

Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon), nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, dewr girt.

Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon), nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' ya ku ji 25'ê Hezîrana 2012'an û vir ve li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, dewr girt.

AvEG-Kon'ê duh daxuyaniyek da çapemeniyê û nobed dewr girt. AvEG-Kon û federasyonên wê heta 10'ê Çileyê nobedê bigire û dûre radestî komeke din bike.

Hevserokê AvEG-Kon'ê Bakî Selçûk ê nobed dewr girt anî ziman ku 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya 3.5 sal in dewam dike, vîn û biryardariya gelê Kurd a ji bo têkoşîna azadiyê nîşan dide. 

Selçûk bal kişand ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve tê meşandin û xwest, Ocalan tavilê serbest were berdan.

Selçûk bibîr xist ku zêdeyî 10 mîlyon mirovan, ji bo serbestberdana Ocalan îmze dane û anî ziman ku ev daxwaz ne tenê ji aliyê dewlet Tirk ve, ji aliyê dewletên Yekîtiya Ewropayê ve jî tê dîtin. Selçûk diyar kir ku ew li cem gelê Kurd in û bal kişand ser terora dewletê ya li Kurdistanê tê kirin. Selçûk ragihand ku bi êrîş û komkujiyan re vîna gelê Kurd nikare teslîm bê girtin û da zanîn ku bi dewrgirtina 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' re wan xwestine daxwaza 'Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Statu' xurttir bikin.

Selçûk destnîşan kir ku wan xwestine nîşanî raya giştî û Konseya Ewroapyê bidin ku ev daxwaz ne tenê daxwaza Kurdan e, di heman demê de daxwaza karker, kedkar, şoreşger û sosyalîstên ji neteweyên cuda ye, lewma wan nobed dewr girtine.

Selçûk da xuyakirin ku dewrgirtina nobedê ji bo wan rûmetdarî ye û ew ê di nava hefteyekê de qet nesekinin û di nava hewldanan de bin.

Hevserokên AGÎF, ÎGÎF, ACTÎT û nûnerê VEKSAV ên beşdarî çalakiya nobedê bûne diyar kirin, ku bi tevlîbûna xwe re ew dixwazin nîşan bidin ku li cem gelê Kurd in.

Hevserokên Federasyona Karkerên Koçber li Elmanyayê (AGÎF), Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê (ÎGÎF), Komeleya Çanda Karkerên Koçber ên Tirkiyeyî (ACTÎT), Weqfa Çand û Hunera Enternasyonal a Vardiya ya Hollanda (VEKSAV) û AvEG-Kon'e, wê nobedê heta 10'ê Çileyê bidomînin.

...