AvEG-Kon'ê li dijî komkujiyan banga berxwedan topyekûn kir
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, banga berxwedana topyekûn kir.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, banga berxwedana topyekûn kir.
Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) li dijî komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, banga berxwedana topyekûn kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gelê Kurd ê li dijî komkujiyên rejîma faşîst a Tirk xweseriya demokratîk îlan kiriye, bi komkujiyên nû re rû bi rû ye û hat destnîşankirin, ku gelê Kurd ê li kolanên Silopiya, Cizîr û Amedê li pişt xendekan li dijî barbariya rejîmê bi hefteyan e li ber xwe dide, rastî êrîşên mezin tê.
Di daxuyaniya AvEG-Konê de hat gotin, "Dewleta Tirk, li hemberî gelê me yê berxwedêr, her şêwe maşîn û hêzên leşkerî bi hefteyan bi kar tîne û bi sedan mirovên me qetil kiriye. Ji kolanan cenaze nikare were rakirin. Li Kurdistanê berdêla daketina kolanan, ji destdayîna jiyanê ye.
Gelê Botanê bang li tevahiya cîhanê dike û radigihîne ku dewleta Tirk amadekariya komkujiyekê dike. Em vê banga gelê xwe yê Kurd ê li pişt bendan li dijî înkar û teslîmiyetê li ber xwe dide, bibihîzin.
Li kolanên Kurdistanê, ji pitika 36 rojî heta 70 saliyan mirovên m bi hovane tên qetilkirin û her roj agahiyên mirinê tên. Em banga gelê xwe yê Kurd ê li van kolanan li ber xwe dide, bibihîzin.
Roj ew roj e ku em li cem gelê Kurd ê bi rûmet cih bigirin. Roj ew roj e ku em li cem gelê Kurd ê li dijî her şêwe komkujî û barbariya faşîzmê li ber xwe dide, cih bigirin.
Li aliyekî, li dijî hêza yekbûyî ya gelên me Hevserok û rêveberên HDP'ê kampanyayên lîncê hat destpêkirin, hewldanên qetilkirin û girtinê rû dan, li aliy3e din jî gelê Kurd ji ber ku mafê xwe yê dîrokî xweseriya demokratîk îlan kiriye, tê qetilkirin.
Weke Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk şoreşger a li Ewropayê dijîn dikin, ku piştgiriyê bidin gelê Kurd û perdeya bêdengiyê biçirînin. Ji bo destûr ji komkujiyên nû re neyê dayîn, dem ew dem e ku em dakevin kolanan û çalakiyan lidar bixin. Dem ew dem e ku li kolanan, tevî gelê Kurd em berxwedanê mezin bikin."