Atolyaya felsefeyê ya kurdî dest pê dike

Atolyaya felsefeyê ya kurdî dest pê dike

Komeleya Felsefevanan a Şaxê Diyarbekir ê, ji bo bikaranîn û pêşvebirina Kurdî di qada felsefê de, bi xebatan kir. Atolyaya yekemîn sibê seat 13.00'an li Sumerparkê dest pê dike. Axaftvanê atolyeyê Rênas Jiyan û mijara wî jî "Felsefe, Bindestî û Çiruskîzm". Atolye ji bo xebatên xwe vê daxuyaniyê weşand:

"Hebuna zimanekî, bi zindîkirin û bikaranîna hertiştê di derbar ê mirovatiyê û bi şîrovekirina pirsgirêk û ramanên mirovan gengaz e. Em Kurdên ku bi sedsalane li xaka xwe bi bindestiyê re rû bi rû mane û bikaranîna  zimanê me hew bi jiyana civakî hatiye sînorkirin ji hêla serdestan ve. Ev yek jî dibe sedema ku cîhana ramanên me jî bisînor, qels û feqîr bibe.

Gava me bala xwe da têkiliya di navbera zimên û raman ê de, ji bo parastina zimên, pêwistî bi avakirina zimanê felsefê, zimanê hiquqê, zimanê aboriyê, zimanê siyasetê ... hwd heye. Ji ber ku em dizanin ziman ne tenê hêmayeke folklorîk e. Ziman barbirê çand ê ye. Ji bo vê yekê, hebuna miletekî û veguhestina çanda wî miletî bi zimên gengaz e ji bo nifşên pêşerojê.

Em felsefevanên di vê baweriyê de, ji bo niqaşên felsefê bi Kurdî, em atolyeya felsefê bi Kurdî destpêdikin. Keremkin, hun jî tevlî vê cîhana dewlemend a zimên û ramanan bibin û gaveke nû bavêjin ber bi avakirina  bîr û nasnameya xwe ve."