ATÎK: Em berxwedana Sûr, Cizîr û Silopiyayê silav dikin

ATÎK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav dikin. Di daxuyaniyê de komkujiyên ji aliyê dewletê ve tên kirin hatin şermezarkirin û banga destekkirina gelê Kurd hat kirin.

ATÎK'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav dikin. Di daxuyaniyê de komkujiyên ji aliyê dewletê ve tên kirin hatin şermezarkirin û banga destekkirina gelê Kurd hat kirin.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK) bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku ew destekê didin berxwedana xwerêveberiyê û destnîşan kir ku gelê Kurd daxwaza mafê wekhev dike.

Di daxuyaniyê de, komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike bi zimanekî tund hat rexnekirin û bibîr xist ku li 6 bajar û 17 navçeyên Kurdistanê bi qedexekirina derketina derve û dorpêçiya bi leşkeran re, ji bo şikandina berxwedana neteweya Kurd bi hovane komkujî tê kirin.

ATÎK'ê diyar kir ku gelê Kurd bi bendên daniye û xendekên kolandiye re li hemberî şer, jiyana xwe diparêze û destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd mafdar û rewa ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di serî de li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn û Kerboranê, bajarên Kurdan ji ber êrîşa bi çekên giran veguherîne û hat gotin, "Dîktatoriya faşîst, bi her şêwe amûrên xwe yên şer, bi dadgerî û medya xwe ya ji nûçeyên derew û manîpulasyonê re, bi awayekî topyekûn êrîş dike."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişand ser qetilkirina şoreşgerên jin Gunay Ozarslan, Dîlek Dogan, Dîlan Kortak, Yelîz Erbay û Şîrîn Oter ku di nava çend mehên dawî de ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatin qetilkirin û hat destnîşankirin, ku desthilatdariya AKP'ê di şexsê jinan de gelan hedef digire.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Keriyê kujeran û polîsên faşîst ên di bin fermana desthilatdariya AKP'ê de ne, dixwazin çavê civakê bitirsînin û bi zext û komkujiyan re gel teslîm bigirin."

'DÎKTATORÎ WÊ WERE TÊKIRIN'

ATÎK'ê da xuyakirin, ku dewlet û klîka îro ya AKP û Erdogan ên dixwazin berxwedana rewa û mafdar a neteweya Kurd bi zilm û xwînê bitepisînin, wê bi berxwedana gel werin pûçkirin û di awiya dawî de dîktatorî were têkbirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên demokratîk hat kirin, ku li cem têkoşîna mafdar a gelê Kurd a bi biryardariyeke mezin li ber xwe dide, cih bigirin.