Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Swêd Stockholmê çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Asûrî-Sûryanî jî tevlî çalakiyê bûn. Asûrî-Sûryaniyan dewleta Tirk şermezar kirin û xwestin ku Ocalan bê berdan.
'LI DIJÎ POLÎTÎKAYA KOMKUJIYÊ PEYWIRA ME YE...'
Yaşar Kuçukaslan ê ji Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê ku ji destpêka çalakiyê ve di nav de cihê xwe digire ji ANF'ê re axivî.
Kuçukaslan got, bi tecrîdkirina Ocalan re dewleta Tirk dixwaze hemû mûxalîfan bêdeng bike û wiha pêde çû: "Êrîşên dewleta Tirk û tecrîdkirina Ocalan bandoreke neyînî li gelê me yê Asûrî-Sûryanî yê li welêt dike. Lewma em dikevin greva birçîbûnê. Dewleta Tirk, polîtîkaya Îtîhat Terakiyê didomîne. Beriya 100 salî di serê gelên Ermenî, Asûrî, Pontûs de komkujî pêk anîn. Îro jî heman komkujiyê di şexsê gelê Kurd de li ser hemû hêzên demokrasî û sosyalîst û jinan pêk tîne. Em ji bo ku li dijî vê polîtîkaya komkujiyê peywira xwe pêk bînin, ketin vê çalakiyê. Heta ku demokrasî nebe, ne gelê me ne jî gelê Kurd nikarin bi rengekî azad bijîn."
ÇALAKÎ KETE ROJA 6’AN
Çalakî di roja xwe ya 6’an de bi tevlîbûna Kurdistaniyên ji derdor hatî, didome.
Kurdistaniyên ku duh li qada Odenplan kon vedan, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Ocalan xwepêşandan li dar xistin. Çalakvanan belavok belav kirin û di derbarê tecrîdkirinê de gel agahdar kirin.