Astengiyên ji bo merasîma cenazeyê Acar ên li Hezoyê
Cenazeyê Umît Acar ê tecrîda Ocalan û rejîma AKP’ê ji bo protesto bike giyanê xwe dabû ber agir, li Hezoyê hate dorpêçkirin. Rê nehate dayîn ku wekîlên HDP’î jî tevlî merasîmê bibin.
Cenazeyê Umît Acar ê tecrîda Ocalan û rejîma AKP’ê ji bo protesto bike giyanê xwe dabû ber agir, li Hezoyê hate dorpêçkirin. Rê nehate dayîn ku wekîlên HDP’î jî tevlî merasîmê bibin.
Cenazeyê Umît Acar ê (27) dema Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan derbasî Elmanya bibû û ji bo hem tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Erdogan protesto bike 27’ê Îlonê li Îngolstadtê giyanê xwe dabû ber agir û jiyana xwe ji dest dabû anîn navçeya Hezo ya Êlihê. Avahiya HDP’ê jii aliyê wesayîtên polîs û zirxî ve hate dorpêçkirin, ketin û derketin astengkirin.
Walîtiya Êlihê li navçeyê bi hinceta ‘Geran kesên bê eleqe, li hev kombûn û bi wesayîtan ketina navçeyê’ ji 1heta 8’ê Cotmehê ‘qedexe’ ragihand.
Cenazeyê Umît Acar ji Êlihê heta navenda Hezoyê ji aliyê leşker û polîsên Tirk ve li 5 bendan hatin rawestandin, wesayîtên hatin sekinandin hatin lêgerîn. Koma ku Parlemeterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, hevserokên HDP’ê yên Êlihê Berîvan Helen Işik û Nîzamettîn Togûç jî di nav de rê nehate dayîna Dayikên Aştiyê yên li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê ku ji aliyê polîsan ve hatibû dorpêçêkirin tevlî merasîmê bibin. Polîsan astengî weke biryara walîtiyê ya ‘kesên bê eleqe’ nîşan da. Di nuqteyên lêgerînên ketina Hezoyê de ji bo kesên ne ji Hezoyê bi gotina “Îro alozî hene, karê xwe bikin û zû vegerin.”
Bendewariya parlementera HDP’ê Başaran, rêveberên partî ya li pêşiya avahiya HDP’ê ya navçeyê dom dike, cenazeyê Umît Acar ji aliyê malbatê ve li Goristana Îslam Bey a li Taxa Degirmendereyê spartin axê.Rê nehate dayîna ku zavayê Malbata Acar ê ji Ewropayê hatî jî bikeve goristanê.