Asli Erdogan hêjayî xelata mafên jinan hate dîtin

Nivîskar Asli Erdogan hêjayîxelata Mafên Jinan Sîmone-de-Beaûvoîr a sala 2018'an hate dîtin.

Kovara jinê ya femînîst a navdar a Elmanyayê "Emma" ragihand ku nivîskar Asli Erdogan hêjayî xelata Mafên Jinan a Sîmone-de-Beaûvoîr a sala 2018'an hatiye dîtin.

Li gorî nûçeya DW, di daxuyaniya navenda kovarê de ku li Kolnê ye, Asli Erodgan weke "îkona azadiyê ya li Tirkiyeyê" hat binavkirin û hat gotin, "Têkoşîna xwe bi gotinan dide."

Xelata bi buhayê 5 hezar euroyî wê cara 11. were dayin. Xelat wê 10'ê Çileya 2018'an, ku rojek piştî rojbûna 110. a nivîskar, fîlozof û femîn3ıst a Fransayî Sîmone de Beaûvoîr, li Parîsê radestî Asli Erdogan were kirin.