Aslan: Divê em deng bidin dengê girtiyên di girtîgehan de

Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan di kongreya DBP’ê ya Navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê de axivî,  û bal kişand li ser grevên birçîbûnê. Aslan got ku; “Divê em deng bidin dengê girtiyên di girtîgehan de.”

Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) a Navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê Kongreya xwe ya 1'yemîn a Awarte li avahiya xwe li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Aslan û gelek kes beşdarî kongreyê bûn.

Piştî axaftinên destpêkê Aslan axivî û bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê û berxwedana Leyla Guven silav kir. Aslan da zanîn ku bi sedsalan e xaka Kurdan li ser vê erdnîgariyê tê dagirkirin û hemû kes êrîşî têkoşîna azadiya Kurdan dike.

Aslan bal kişand ser rola aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: "Şerê li herêmê bi gotinek ya Birêz Ocalan dikare were sekinandin. Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan dixwazin erdnîgariya Kurdan veguherînin erdnîgariya şer û herikîna xwînê." Aslan anî ziman ku AKP'ê bi qasî serê derziyê ji êş nekişandiye û pirsgirêkên gel çareser nekiriye.

Aslan bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehan û got: "Divê m deng bidin deng, daxwaz û qîrîna li girtîgehan." Aslan anî ziman ku yek ji rojevên wan sereke jî ew e xwedî li Rojava derkevin û banga xwedî derketinê li her kesî kir.

Aslan got divê di hilbijartina herêmî de Kurd û hemû hêzên demokrasiyê dawî li îktîdara AKP'ê ya li Stenbolê bînin.

Piştî axaftina Aslan raporên malî û xebatê hat xwendin. Di hilbijartina yek lîsteyê de Omer Yilmaz û Suheyla Çelîk bûn hevserokên rêxistina navçeyê.