Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê êrîşî xwepêşandanê kirin
Asayîşa PDK'ê ya Hewlêrê êrîşî çalakiya protestokirina komên çeteyên ser bi PDK'ê ve kirin, berpirsê Desteya Serokatiya Eniya Demokratîk a Gel Dr. Mihemed Kiyanî binçavkirin.
Asayîşa PDK'ê ya Hewlêrê êrîşî çalakiya protestokirina komên çeteyên ser bi PDK'ê ve kirin, berpirsê Desteya Serokatiya Eniya Demokratîk a Gel Dr. Mihemed Kiyanî binçavkirin.
Gelê Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên çekdar yên ser bi PDK'ê û xwe weke pêşmergeyên Rojava binav dikin daketin qadan û nerazîbûn nîşandan. Girseya Gel ku xwestin li Hewlêrê çalakiya nerazîbûnê lidar bixin rastî êrîşa hêzên asayîşa Hewlêrê hatin.
Li gorî nûçeya ajansa RojNewsê Berpirsê Desteya Serokatiya Eniya Demokratîk a Gel Dr. Mihemed Kiyanî ji aliyê hêzên asayîşa PDK'ê ve hatiye binçavkirin. Hate zanîn ku hemû kesên xwestine tevlî çalakiyê bibin ji aliyê asayîşa PDK'ê ve hatine desteser kirin.