Artêşa Tirk : Têkoşîna bi 'terorê' re didome

Artêşa Tirk : Têkoşîna bi 'terorê' re didome

Serfermandariya Giştî ya Artêşa Tirk daxuyaniyek da û  diyar kir ku wekî ku di qanûn û dîrektîfên hikûmetê de hatiye diyarkirin ‘Têkoşîna bi terorê re’ didome.

Di daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya fermî a Serfermandariya Gitşî ya artêşa Tirk de hatiye weşandin de wiha hate gotin: “Artêşa Tirk di çarçoveya qanûn û dîrektîfên ku hikûmetê  têkoşîn xwe ya li hemberî terorê didomîne.”

Her wiha hate diyarkirin ku der barê pêşgotina Rapora Xebatê ya sala 2012’an a Fermandariya Giştî ya Cendermeyan de, ji bo fermandariyê tu agahdarî nehatiye kirin. Her wiha hat gotin ku der barê mijarê de hewldaneke Birêz serokwezîr jî çênebûye.”