Artêşa Tirk li Agiriyê derb xwar
Artêşa Tirk ku li Agiriyê dest bi operasyonê kirîbû, ji hêzên gerîlayan derb xwar. Li gorî medyaya Tirk 2 leşker, 2 cerdevan hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk ku li Agiriyê dest bi operasyonê kirîbû, ji hêzên gerîlayan derb xwar. Li gorî medyaya Tirk 2 leşker, 2 cerdevan hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.
Artêşa Tirk li dijî hêzên gerîla operasyon da destpêkirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li nêzî gundê Gungorên yê navçeya Bazîd a Agiriyê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa Tirk de şer derket.
Li gorî nûçeyên ku ji aliyê medyaya Tirk ve hatîn weşandin, di şer de 2 leşker, 2 cerdevan hatin kuştin û 8 leşker jî birîndar bûn.
Cenazeyên leşkerên hatin kuştin û birîndar bûbûn bi helîkopteran ji herêma şer hatine girtin û rakirine Nexweşxaneya Dewletê a Bazidê.
HPG’ê têkildarî mijarê heta niha ti daxuyaniyek ne daye.