Artêşa Azad gundê li ser sînorê Sûriye û Iraqê bi dest xist
Artêşa Azad gundê li ser sînorê Sûriye û Iraqê bi dest xist
Artêşa Azad gundê li ser sînorê Sûriye û Iraqê bi dest xist
Nûçeya ku di hinek malperên înternetê de hate weşandin û tê îdîakirin Artêşa Azad bajaroka Til Hemisê bidest xistiye hate derewandin. Lê hat gotin ku komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad gundê Cezaa yê girêdayî Til Hemîsê bidest xistî ye.
Li gorî agahiyên ku nuçîgihanê ANF’ê ji çavkaniyên herêmê girtine, nûçeya ku di hinek malperên înternetê de hate weşandin û tê îdîakirin Artêşa Azad bajaroka Til Hemîs ku ereb lê dijîn û 40 kîlometre dikeve başûrê bajarê Qamişlo xistiye destê xwe derew e. Lê hate hînbûn ku komên girêdayî Artêşa Azad gundê Cezaa yê girêdayî Til Hemîsê û li ser sînorê Suriye û Iraqê ye bi dest xistî ye. Hate ragihandin ku komên çekdar kontrola gund 2 roj beriya niha xistiye bin destê xwe û li avahiyên dewletê bicîh bûne.
Taybetiya vî gundî jî ew e ku hem li ser sînor e hem jî depoyên genim ku têrî gelê wê herêmê hemû diye, lê hene.
Li aliyê din hate ragihandin ku hêzên rejîmê jî li Til Hemîsê tedbîrên xwe zêde kirin. Hate gotin ku şêniyê bajarokê jî bi tirsa ku dê Artêşa Azad were, koçî gundên derdorê dikin.