Armanca sereke ya Erdogan ew e ku dixwaze bêhna DAIŞ’ê were ber wê

Hevserokê PYD’ê Salim Muslim yek ji navdartirîn rojnameya Elman, ji Sûddeutsche Zeîtungê re axivî, şerê Heleb û Rojava, geşedanên pêkan ê Sûriyeyê daxuyanî da.

Muslim rejîma Sûriyeyê ji bo êrîşên pêkan ên li ser Rojava hişyar kir, got, Erdogan bi dagirkirina Babê dixwaze bêhna DAIŞ’ê were ber wê. Muslim got, armanca Erdogan ew e ku, ‘’DAIŞ’ê li ser piyan bihêle û îslamiyên ku destekê dide wan weke ‘alternatîfa ku dikarin werin ragirin’ raber bike.

LI HELEBEÊ JI BO SIVÎLAN ALÎKARÎ TÊ KIRIN

Muslim diyar kir li Helebê ku van demên dawî bi deh hezaran sivilî xwe li herêmên di kontrola YPG’ê de ne, girtine, êdî teqez xuya dike ku hêzên rejîmê li dijî hêzên muxalîf bi ser dikeve û got, berxwedana yên ku ji wan re muxalîf tê gotin li derdora Idlîbê zêdetir bûye.

Muslum diyar kir ku li Helebê bi deh hezaran kes xwe li qadên Kurdan digirin û alîkariya ji bo sivîlan tê kirin, Neteweyên Yekbûyî jî li wir e û her tişt di bin kontrolê de ye.

JI BO ESAS HIŞYARIYA ÊRÎŞA BI SER ROJAVA DE

Li ser planên pêkan ên rejîma Esad a bi ser Rojava de jî Muslim bi tundî hişyarî da û got, ‘’Ku (Esad) êrîşê bîne ser kantonên me em ê li ber xwe bidin’’ û ev ê rê li ber ‘şerekî mezin’ veke.

ERDOGAN BI MEBESTA KU ÇETEYÊN XWE BIKE ALTERNATÎF DAGIRKERÎ PÊŞ XIST

Salih Muslim li ser dagirkirina Rojava a ji hêla dewleta Tirk ve got, armanca sereke ya Erdogan ew e ku dixwaze bêhna çeteyên DAIŞ’ê were ber wê.

Muslum li ser Babê got, ‘’Erdogan bi dagirkirina Babê dixwaze hinekî bêhna DAIŞ’ê were ber wê. DAIŞ çi qasî bimîne, îslamiyên ku Erdogan wan xurt dike ‘wê weke alternatîfên ku dikarin werin ragirtin’ xuya bike.

HEWLDANÊN KU GELAN LI DIJÎ KURDAN SOR BIKE

Muslim diyar kir propagandaya Tirk ku dibêjin cihê ku ji DAIŞ’ê hatine paqijkirin tê astengkirin ku sivîl li wir vegerin derew e û got, piştî paqijkirina wan deveran a ji mayinan û kemînan destûr tê dayin ku sivîl li şûnwarên xwe vegerin. Musil diyar kir ku sedema van îdîayan ew e ku Tirkiye dixwaze tevgera xwe ya dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê rewa bid nîşandan.

Muslim li ser biryara girtiya wî ya ku ji hêla Tirkiyê hate dayin ve jî got, ‘’rewşeke pêkenokî ye.”