Armanc azadî ye!

Kurkçu û Koçyîgît destnîşan kirin, ku li dijî polîtîkayên rejîma AKP/Qesrê yên xwe dispêrin şerê înkar û tinekirinê, armanca wan a sereke azadî ye û bang li hemû hêzên li derveyî sîstemê tên dîtin kirin, ku li dora HDK'ê li hev bicivin.

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê û Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît, polîtîkayên şer ên rejîma AKP/Qesrê ji ANF'ê re nirxandin.

Kurkçu da xuyakirin, k ya li HDP'ê hatiye kirin, darbeya bi fermana AKP/Qesrê ye û anî ziman, ev darbe êrîşeke siyasî li dijî hemû destketiyên HDK'ê ye. Kurkçu destnîşan kir ku li dijî hemû êrîşan ew piştgiriya hev dikin ragihand, partiya ku ji aliyê HDK û hemû pêkhateyên wê ve hatiye afirandin, rûyê hevpar e.

'HEWL DIDIN RÛYÊ SIYASÎ YÊ HDK'Ê JI HOLÊ RAKIN'

Kurkçu bibîr xist, ku ev êrîş ne tenê li dijî HDP'ê hatiye kirin û girtina Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata û Hevseroka DBP'ê Sebahat Tûncel bibîr xist. Kurkçu da zanîn, KJA û DBP pêkhateyên HDK'ê ne û got, "Bi êrîşa li dijî HDP, KJA û DBP'ê re hewl didin derbê li HDK'ê bixin. Lewma karê me yê destpêkê ku divê em bikin, derxistina van hevalên xwe ji girtîgehê ye. Azadiya wan bûye şertê karê azad ê HDK'ê. Ne tenê parlamenter tên girtin. Di heman demê de li bajar û navçeyan her roj xebatkarên me tên girtin. Lewma hewl didin derbê li rûyê siyasî yê hDK'ê bixin."

'ARMANCA ME YA SEREKE AZADÎ YE'

Kurkçu destnîşan kir, ku di rewşa heyî de têkoşîn divê ji parlamentê zêdetir li nava gel bê meşandin û anî ziman, ew ê di dema nû de bi mûxalefta xwe, giraniyê bidin ser rêxistinbûyîna gelan. Kurkçu da zanîn, hemû armancên HDP'ê li parlamentê danîn pêşiya xwe, divê li nava gel bên bicihkirin û destnîşan kir, gelekî girîng e êdî gel yekser bi xwe temsîla xwe bike. Kurkçu got, "HDP'ê xebatên xwe yên li parlamentê sekinand. Lewma meclîsên qadan ên HDK'ê wê li ser vê baxivin û xebatên xwe bi meclîsên gel bimeşîne." Kurkçu diyar kir, armanca sereke ya HDK'ê pêkanîna azadiya Hevserokên û parlamenterên HDP'ê, hevserok û endamên KJA û DBP'ê ye û got, "Ji bo ev pêvajoya siyasî civakî bibe, em ê ya ji destê xwe tê bikin."

Li gorî Hevberdevkê HDK'ê Ertûgrûl Kurkçu, HDP'ê her çend derbeke siyasî xwaribe jî, ji her demê bêhtir rewa bûye, hatiye pejirandin.

'AKP'Ê JI 15'Ê TÎRMEHÊ Û VIR VE GELEK DARBE KIR'

Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Koçyîgît jî da zanîn, girtina hevserok û parlamenterên HDP'ê darbeyeke siyasî ya li vîna gel e û got, "AKP, ku 15'ê Tîrmehê weke destpêka despotîzma xwe qebûl kir, ji hingî ve gelek caran darbe kir." Koçyîgît diyar kir, di navenda van darbeyan de jî ew hene û anî ziman, ya di 4'ê Mijdarê de jî hat kirin, yek ji van darbeyan e.

'DI ŞEXSÊ HDP'Ê DE LAZIM E HER KES XWEDÎ LI DEMOKRASIYÊ DERKEVE'

Koçyîgît ragihand, tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'yî, girtina hevşaredaran û bi vî rengî desteserkirina vîna gel weke yek ji darbeyan bi nav kir û anî ziman, ku ev girtin nîşan dide AKP dixwaze hemû hêzên berxwedêr ên li pêşiya sîstema serokatiyê asteng in, bi rengekî vekirî ji holê rake. Koçyîgît destnîşan kir, HDP partiya yekane ku di rewşa heyî de hemû polîtîkayên AKP'ê pûç dike û got, "Lewma divê di şexsê HDP'ê de her kes xwedî li demokrasiyê derkeve."

Koçyîgît diyar kir, zîhniyeta AKP'ê ya ku hilbijêrên HDP'ê tine dihesibîne, dibe ku sibe-dusib rabe hilbijêrên CHP an jî MHP'ê jî tine bihesibîne, lewma divê her kes vê rastiyê bibîne û got, "Lewma welatiyên Tirkiyeyê yên deng dane HDP'ê yan jî nedane, lazim e li dijî van pêkanînên antî demokratîk dengê xwe bilind bikin. Weke HDK'ê em ê li dijî van polîtîkayên faşîzan em ê berxwedana xwe ya demokratîk li her qadê bi gelê xwe re bimeşînin. Em ê ji her kesî re vebêjin ku ev êrîş ne tenê li dijî HDP'ê hatiye kirin, li dijî her kesî ye."