Apê Nîmet ê 70 salî ji bo Ocalan 450 îmze kom kirin
Apê Nîmet ê 70 salî ji bo Ocalan 450 îmze kom kirin
Apê Nîmet ê 70 salî ji bo Ocalan 450 îmze kom kirin
Kurdistaniyê bi navê Nimet Sevîm ê li bajarê Elmanya Hanau dijî bi awayekî aktîf tevlî kampanyaya îmzeyan dibe û 450 îmze berhev kir
Kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin dewam dike. Ji 7 salî heta 70ê salî herkes tevlî vê kampanyayê dibin. Li bajarên Almanya jî saziyên kurdan lez dan xebatên xwe.
Kurdistaniyê bi navê Nimet Sevîm ê li bajarê Elmanya Hanau dijî bi awayekî aktîf tevlî kampanyaya îmzeyan dibe. Kurdistaniyê 70 salî weke Apê Nahmet tê zanîn tevî nexweşiya dil pê re heye jî, ji bo azadiya Ocalan îmzayan kom dike.
Apê Nahmet ku heta niha 450 îmze kom kirin, banga li herkesî kir ku tevlî vê kampanyayayê bibin û got: Azadiya Ocalan azadiya hemû kurdan e.
LI HAMBURGÊ BI SEDAN ÎMZE HATIN KOMKIRIN
Li Bajarê Elmanya Hamburgê dezgehên îmze hatin vekirin. Endamê Meclîsa Gelan a Demokratîk a Kurd li dezgehê îmzeyan kom dikin. Tevî kurdistaniyan biyanî jî îmze diavjin metna îmzayê.
Kurdistaniyan diyar kirin ku ew ê li gelek deverên din dezgehen îmzeyan deynin.