Ap û birazî kuştin û gotin pevçûn derketiye
Ap û birazî kuştin û gotin pevçûn derketiye
Ap û birazî kuştin û gotin pevçûn derketiye
Derket holê ku li Çewlîkê polîsên tevgera taybet, bûyera ku di sala 1999’an de pêk hat û ap û biraziyên hatine kuştin, wekê ku ‘PKK’iyan hewl dan bikevin midûriyeta polîsan, pevçûn derket û hat kuştin’ nîşan dan.
Li gorî nûçeya Mîlliyetê 14 sal berê li navçeya Genç a Çewlîkê der barê mirina Mehmet Elîveren û Yilmaz Elîveren de, der barê 5 polîsên tevgera taybet de fezleke hatiye amadekirin.
Li gorî fezlekeya dozger, piştî cînayetê Midûriyeta Polîsan a Gencê li dozgeriyê geriyaye û wiha ragîhandiye; “Bi terorîstên ku hewl dane bikevin midûriyeta polîsan pevçûn derketiye û du kes hatine kuştin û cesedên wan li baxçene.”
Di lêkolîna hatine kirin de li bendenê du ciwanên ku sivîl bûn gule û parçeyên şarapnelê hene. Lingekî Mehmet Elîveren jê bibû û li bedena Yilmaz Elîveren jî birînên guleya kaleşnîkof û M-16 hat tespîtkirin. Her wiha di qeydên hatin kirin de jî hat îdiakirin ku li ser van her du kesan ‘kaleşnîkof û bombe’ heye. Lê li svapên destên wan mêze nekirin ku şopa avêtinê heye an na.
Di girtikan de hat gotin ku ji 155’an re îxbar hatiye û di lêgerîna ku li goristanê hatiye kirin de bi bombeyên destan êrîşê polîsan kirine, pevçûn jî 20 deqeyan berdewam kiriye. Her wiha hat gotin ku rêçên pêlavên 78 gerîlyan hatiye tespîtkirin û beşeke wan reviyane û cesedê du kesan ji bo lêkolînê anîne baxçeyê qerekolê.
M.A yê tevgera taybet îfade da û got ji lingê xwe birîndar bûye, daxwaza tazmînatê nekir. Nobedarê wir jî got ew kesên ku mirine nas dike, ne gerîlane, lê piştrast kir ku pevçûn derketiye. Welatiyê bi navê N.O jî got li goristanê gerîla nedîtiye.
Ligel van îfadeyên bi naqok dozger dozger doya girt û fezleyek amade kir û şand Amedê. Dozgeriya Amedê jî wek ‘yên ku mirine terorîstin û sûcê terorê kirine’ xist girtekan û biryara bêşopandinê da.
Malbata Elîveran 14 sal şûnde ji nûve serî li dozgeriyê da û got xizmên wan ne gerîla bûne, ji aliyê polîsan ve hatine kuştin. Dozgeriya Amedê dîsa dosya vekir û şahid carek din guhdarî kir. Şahidan got, ap û birazî her du jî esnaf bûne, dukana xwe girtibûn û çibûn kahweyê maç temaşe dikirin, piştî ji kahweyê derketine hatine kuştin. Şahidan got ap, amûrên leşkerî difirot, birazî jî xwendekarê lîseyê bûye.
Şahidan got, amîrê midûriyeta navçeyê A.K, Mehmet Elîveren baş nas dikir û her tim diçû dukana wî çav vedixwar û got: “Ji vê malbatê 800 dolar borç girtibû lê şûnde nedanê, ji ber vê bi Mehmet Elîveren re ketine nîqaşê. Şeva bûyer pêk hat, em hemû li her du ciwanan geriyan û em çûn qerekolê. Lê em negirtin hundir, gotin hun hemû terorîstin.” Bavê Yilmaz Elîveren jî got wî pere bi deyn daye amîrê midûriyeta polîsan û ji ber ku pereyê wan nedayê nîqaş kirine.
Li gorî vegotinên şahidê veşarê, komîser li cihekî vala bi çekên kaleşnîkof gule barandiye û wekê ku pevçûn pêk hatiye nîşanda daye û got: “Darbe li çekan xistibûn. Ev çek jî danîn ber ciwanan. Dozger jî hat cihê bûyerê, her tişt fêm kiribû. Dozger kravata stuyê xwendekarên lîseyê yê hatibû kuştin nîşan dan û got; qe nebe vê kravatê bigirin.
Şahidê veşarî got beşek çekên PKK’iyên ku di 1998’an de hatin kuştin, derbasî qeydan nekirine û xistine depoya midûriyeta polîsan û got: Ji komîseran yekî saetek û nîv piştî bûyerê ji nava van çekan kaleşnîkofek û du bombe xwestiye û piştî çek hatine, wekê ku pevçûn pêk hatiye nîşan dane.”
Li ser vê dozger biryara bêşopandinê rakir û fezleke amade kir û diyar kir ku ap û biraziyên piştî maç temaşekirine û cigare ji bufeyê girtine û hatine kuştin.
Di fezlekeyê de der barê polîsên tevgera taybet K.Ç, M.A, B.G,M.Y û A.K de ji ber ku girteka li dijî rastiyê girtine û tu delîlên derbarê PKK’ê de tune, xwest bi cezayê meubetê bên darizandin.
Derket holê ku polîsên deng ji malbatê girtibûn, şûnde nedinê hatine kuştin.