ANHA: Rizgar tim bûye dengê heqîqetê

ANHA’yê li ser şehîdbûna nûçegihan Rizgar Adanmiş bi daxuyaniyekê got ‘’ Hevalê me Rizgar ku ji 2012’an ve di saziyên çapemeniya azad de dixebite bêyî ku rojekê jî bikeve dudilyê, weke hevalên me Dilîşîna û Hogir bûye dengê heqîqetê.’’

Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li ser şehîdbûna nûçegihan Rizgar Adanmiş daxuyaniyeke nivîskî weşand. ANHA’yê got, ‘’ Hevalê me Rizgar ku ji 2012’an ve di saziyên çapemeniya azad de dixebite bêyî ku rojekê jî bikeve dudilyê, weke hevalên me Dilîşîna û Hogir bûye dengê heqîqetê.’’

Daxuyaniya ANHA’yê ya li ser şehîdbûna nûçegihan Rizgar Adanmiş wiha ye:

Weke ku tê zanîn 12’ê cotmehê li Dêra Zorê çeteyên DAIŞ’ê bi ser sivîlan de komujiyeke hovane pêk anîn. Di komkujiyê de ji nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş şehîd bû, hevalên me Hogir Mihemed û Rizgar Adanmiş bi giranî birîndar bûbûn.

Hogir piştî êrîşê bi 3 rojan gihişte şahdetê, hevalê me Rizgar jî şeva 18’ê kanûna 2017’an li nexweşxaneya ku tedawî didît tevlî karwanê rêwiyên heqîqetê bû û gihişte şehadetê.

Malbata Adanmiş ku ji herêma Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ye, 1996’an ji ber zext û zordariya dewleta Tirk weke bi sedan malbatên Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bubû.

Malbata Adanmiş di salên koçberiyê de li gel her cure zext û zordariyê jî yek gavê jî ji têkoşînê dûr neketiye. Piştî ku li kampên cuda yên Başûrê Kurdistanê maye derbasî Kampa Mexmûrê bûye û li vir jî têkoşîna xwe dewam kiriye.

Hevriyê me Rizgar ku di nava malbatake welatparêz de mezin bûye, ji bo ku rastiya qirkirinê ya li Kurdistanê ji cîhanê re ragihîne biryar daye ku bibe dengê gel û sala 2012’an tevlî nava xebatên çapemeniya azad dibe.

Hevriyê me Rizgar ku demekê li Başûrê Kurdistanê nûçegihanî kirî, piştî êrîşên DAIŞ’ê yên 2014’an li ser Şengalê pêk hat derbasî herêma Şengalê bû û dengê Kurdên Êzidî ji raya giştî ya cîhanê re ragihand. Rizgar piştî Şengalê jî ji bo ku geşedan û rastiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji cîhanê re ragihîne derbasî Rojava dibe.

Hevriyê me Rizgar demekê li Başûrê Kurdistanê û li saziyên cuda yên çapemeniya azad xebitiye, herî dawî nûçegihaniya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) û Stêrk TV’yê kiriye û Pêngava Bagera Cizîrê ya QSD’ê ya li Dêra Zorê dişopand.

Hevalê me Rizgar ku ji 2012’an ve di saziyên çapemeniya azad de dixebite bêyî ku rojekê jî bikeve dudilyê, weke hevalên me Dilîşîna û Hogir bûye dengê heqîqetê.

Em hevrêyin şehîdên me yên berz jî careke din sond dixun ku di riya heqîqetê ya hevriyên xwe de bêyî dudilyê bimeşin, ji bo ku yek rastî di taritiyê de nemîne em ê bibin dengê heqîqetê.

Wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) em  ji malbata Rizgar Adanmiş û hemû xebatkarên çapemeniya azad re sersaxiyê dixwazin.