ANC’ê ji Ocalan û Kurdan re azadî xwest
ANC’ê bi Kongreya 54’an a di navbera 16-20’ê Kanûnê de li Johansbûrg a Afrîkaya Başûr pêk anî, stratejiya siyasî û rêxistinî nûjen kir.
ANC’ê bi Kongreya 54’an a di navbera 16-20’ê Kanûnê de li Johansbûrg a Afrîkaya Başûr pêk anî, stratejiya siyasî û rêxistinî nûjen kir.
5000 kes tevlî kongreyê bûn ku serê 5 salan carekê dibe. Dirûşma Kongreyê jî ‘Tambo bi bîr bîne: Ber bi yekîtî, nûjenî û veguherîna radîkala sosyo-aboriyê ve!’ ye.
Olîver Tambo (1917-1993) ANC demeke dirêj bi rê ve biriye, yekîtiya partiyê pêk aniye, di pêşxistina îdeolojîk û têkoşîna gerîla de bi rista pêşengiyê li dijî rejîma Apartheîdê têkoşîneke mezin daye û weke şoreşgerê mezin ê welêt tê zanîn. ANC ji bo ku bawer dike wê bi xeta Olîver Tambo heq ji krîza îdeolojîk, polîtîk û aborî derkevin kongreya xwe ya 54’an diyarî wî kirin.
Cyrîl Ramaphosa yê 64 salî bû serokê ANC’ê. Serokê berê û her wiha Serokwezîrê Efrîkaya Başûr Jacob Zûma ji 2007’an dema ku hatî ser desthilatdariyê û vir ve 789 dosyayên sûc wê weke gendeliyê, bikaranîna derfetên dewletê yên ji bo xwe û malbata xwe, nezelaliya di siyaset û aboriyê de û pêşkêşkirina sermiyana welêt a ji bo biyaniyan li ser hatine vekirin.
Serokê nû Ramaphosa jî weke Zûma hevalê dozê yê Nelson Mandela ye û ji 2007’an ve Alîkarê Serokwezîr bû.
ANC bi biryara nûjeniya radîkal a rêxistinî ya di Kongreya 54’an de xwe ji hilbijartina 2019’an re amade dike. ANC di hilbijartina beriya du salan de kelehên xwe ji dest dabûn. Ji ber gendeliyan baweriya gel a bi ANC’ê kêm bûbû. Ji krîza aborî ya Başûrê Afrîkayê rêveberiya ANC’ê berpirs tê dîtin. Di kongreya 54’an de ev rêveberî ji rêveberiyê bigire, heta bi qedemeyên xwarê, avaniya rêxistinê, mekanîzmayên sazkariyê hatin gotûbêkirin û biryarên nû hatine standin.
YEK JI ROJEVA KONGREYÊ JÎ KURD IN
Di kongreya nûjenkirinê de Kurd û Ocalan jî hene
Di haziriya konferansê ya Kongrea 54’an de ku Hezîrana îsal pêk hatî Kurd jî bûne rojeva kongreyê. Têkoşîna demokrasiyê ya Kurdan a li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî têkoşîna demokrasiyê ya Şoreşa Rojava di kongreyê de bûne rojevên girîng. Di kongreyê de di nav biryarên pêşniyaran de azadiya Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin.
‘EM GELÊ KURD NAS DIKIN, AZADIYA OCALAN DIXWAZIN’
ANC’ê di Kongreya 54’an de li ser polîtîkaya derve, di Pakêta Biryaran a 30’î de azadî ji gelê Kurd û Ocalan re xwest.
Xalên ku biryar li ser hatine standin:
1-ANC mafê Kurdan ê mirovî û siyasî, têkoşîna wan a aştî û dadmendiyê ya li Rojhilata Navîn diparêze,
2- ANC bang li hemû aliyan dike ku ji bo çareseriya siyasî bi rista xwe rabin,
3-ANC her wiha ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bang dike.
PARA TÊKOŞÎNÊ Û MOOSA
Bi van biryaran cara pêşî di kongreya ANC’ê de doza azadiya Kurdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kete rojeva konreyê. Bêguman di van biryaran de bandoreke gelekî zêde ya Essa Moosa hebû ku ji 1995’an ve dengê şoreşa Kurdistanê hewl dide ku bibe Afrîkaya Başûr û dostaniyê bi Kurdan re dike.
Essa Moos 1995’an damezirînerê Komxebata Mafê Mirovana Kurdan ‘Kurdish Human Rights Group-KHRAG ) bû û heta ku Sibatê jiyana xwe ji dest dayî jî ev peywira xwe bi cih dianî. Yek ji hewldana Moosa ew bû ku ANC rojekê bi fermî li doza Kurdan û Ocalan xwedî derkeve.