Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk ku amadekariyê dike êrîşeke berfireh heta Qendîlê bike, heta niha 29 caran bi gelek leşkeran û çekên konvansiyonel êrîş kir. Artêşa Tirk bi hevkariyê xwe yê daîmî PDK'ê, hêzên xwe yên leşkerî û sîxurî li hemû qadên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê belav kiriye. Bi van baregehên xwe piştrast e. Pêwîstiya serketinên sexte yên mêtingeriya Tirk ku her gavê têk biçe û genên xiyanetê yên PDK'ê ku êdî werimîne, rê li ber serpêhatiyeke nû vedike. Dewleta Tirk vê carê dixwaze êrîşên xwe berfireh bike û lê mayinde bibe. Artêşa Tirk 14'ê Kanûna 2017'an li herêmên Bradost û Xakurkê dest bi êrîşê kir û ji 11'ê Adarê û pê ve êrîşênx we berfireh kir. Êrîşên dagirkeriyê û berxwedana li dijî wan hate kirin wiha ye:
QONAXA DESTPÊKÊ
* Qonaxa destpêkê ya êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a li dijî Bradost û Xakurkê, 14'ê Kanûna 2017'an dest pê kir. Piştî bomberdûmana bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê, bi desteka balafirên keşfê helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li Girên Mawa, Sîro û Kaniya Reş danîn. Li ser Çemê Hecî Begê pireke seyar hate danîn. Bi dehan leşkerên xwe li gundê Bermize û derdora wê bi cih kir.
* Gerîlayên HPG û YJA Starê 16'ê Kanûna 2017'an du çalakiyên sekvaniyê li dijî artêşa Tirk a li ser Girê Mawa pêk anîn û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
* 23'ê Kanûnê du çalakî li dijî leşkerên Tirk ên li Girên Mawa û Sîro hatin kirin û li Mawa 7, li Sîro jî 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.
* Li Girê Koordîne û girên dewama wê, 31'ê Kanûnê çalakiyên sekvaniyê hatin kirin û 2 leşker hatin kuştin yek jî birîndar bûn.
* Roja destpêkê ya salê, gerîla li hêzên Tirk ên li Girê Sîro dan û herî kêm 10 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn. Piştî vê çalakiyê hêzên Tirk neçar man ji ser Girê Sîro biçin.
* Li Girê Mawa roja 2'ê Çileyê 2 leşker û opertorekî kepçeyekê hatin kuştin.
* Hêzên gerîla roja 1'ê sibatê bi çekên giran li hêzên Tirk ên li Kaniya Reş xistin û 2 leşker hatin kuştin, 2 leşker birîndar bûn, koneynirên li ser gir hatin rûxandin.
* 17'ê Sibatê li dijî hêzên Tirk ên li ser Girê Kaniya Reş hate xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, çeperek çeka A-4 tevî 2 leşkerên tê de hate rûxandin. 3 leşkerên ku ji tirsa hewl dan ji ser gir birevin, nekarîn xwe xilas bikin.
* Hêzên gerîla sibeha 21'ê Sibatê li dijî yyekîneyeke taybet a ji 15 leşkeran pêk dihat û di navbera Kaniya Reş û Girê Koordîne de tevdigeriya çalakiya sabotajê kirin. 7 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
* 27'ê Sibatê li dijî 2 yekîneyên Tirk ên berAê wan li gundê Bermize bû çalakî hate kirin, herî kêm 5 leşker hatin kuştin.
QONAXA DUYEMÎN
* Qonaxa duyemîn a êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li dijî herêma Bradostê, 11'ê Adarê dest pê kir.
* Artêşa Tirk bi balafirên şer û obusan şeva 11'ê Adarê bombe li Gumbete û Girê Sîro barandin. Bi desteka balafirên keşfê bi helîkopterên Skorsky bi dehan yekîneyên tîmên taybet li herêmê hatin danîn.
* Hêzên gerîla 13'ê Adarê li Girê Gumbete dest pê kirin û li dagirkeran dan. Li serv ê yekê artêşa Tirk neçar ma ji girên Gumbete û Sîro vekişe.
* 14'ê Adarê bi bomberdûmana balafirên şer, obus û hawanan, artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky yekîneyên taybet danî Girên Sîro, Partîzan, Gumbete û Neqeba Masîro.
* Li Gir û Neqeba Msîro 15'ê Adarê şerekî giran di navbera artêşa Tirk û hêzên gerîla de derket. Di çalakiyên sabotajê yên gerîla de 8 leşker hatin kuştin.
* Hema rojê li Girê Partîzan di navbera gerîla û hêzên dagirker de şer derket, 2 leşker hatin kuştin.
* 16'ê Adarê gerîla ji du baskan ve li leşkerên Tirk ên li Girê Masîro xistin. 4 leşkerên di stargehan de hatin kuştin û 3 leşkerên ji yekîneyeke din hatin kuştin.
* Li Girê Masîro, 19'ê Adarê bi du çalakiyên sekvaniyê 2 leşker hatin kuştin.
* Balafirên şer ên Tirk 1'ê Nîsanê cih û warê sivîlan bombe kirin û welê li gundên Bradostê hat ku nema karî karê xwe yê çandinî û sewalkariyê bikin.
QONAXA SÊYEMÎN
* Qonaxa sêyemîn a êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk 5'ê Nîsanê dest pê kir.
* Artêşa Tirk 5'ê Nîsanê bi obus û hawanan li girên Lêlîkan û Kevorte xist. Piştî bomberdûmana giran, bi helîkopterên Skorsky gelek yekîneyên artêşa Tirk li Lêlîkan û Neqeba Elî Dirêj hatin danîn. Di şerê giran de hêzên gerîla derb li helîkoptereke bi tîpa Skorsky xistin.
* Li Kevorteyê, 6'ê Nîsanê hêzên gerîla çalakiyeke sabotajê kirin û 10 leşker hatin kuştin.
* Sibeha 7'ê Nîsanê li quntarên Edilkovî, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî hate kirin û 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
* Heman rojê li Lêlîkanê jî çalakiyên sabotajê hatin kirin û gelek leşker hatin kuştin.
* Li Lêlîkanê roja 9'ê Nîsanê çalakiyeke mezin a gerîla hate kirin. Di encamê de 10 leşker hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn.
* 10'ê Nîsanê li heman girî di encama çalakiya sabotajê de herî kêm 8 leşker hatin kuştin.
* Li Lêlîkanê 11'ê Nîsanê 4 leşker hatin kuştin, 5 leşker birîndar bûn. Hin leşkerên ji tirsa hewl dan birevin nekarîn xwe rizgar bikin û 5 leşker hatin kuştin, 6 jî birîndar bûn.
* 13'ê Nîsanê li Lêlîkanê di çalakiya sabotajê de 3 leşker hatin kuştin.
* Li Kevorteyê roja 13'ê Nîsanê 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin û 8 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Lê çavkaniyên herêmî gotin hejmara leşkerên mirine 25 e.
* 14'ê Nîsanê li Lêlîkanê 2 çeper û stargeheke leşkeran hatin rûxandin, 5 leşker hatin kuştin.
* Roja 15'ê Nîsanê li Kevorteyê 6 leşker hatin kuştin 2 jî birîndar bûn.
* Roja 20'ê Nîsanê jî li Lêlîkanê di çalakiyên sekvaniyê de 2 leşker hatin kuştin.
HEWLDANA JI BO MAYINDEBÛNÊ
Artêşa Tirk a dagirker hejmareke zêde ya leşkerên xwe li herêma Bradostê dicivîne û bi vî rengî dixwaze li derveyî sînor mayinde bibe. Li derdora gundên Bermize, Yeşime, Lêlîkan û Kolitê biryargeh û kamp, li Girê Sîro, Neqeba Masîro, Neqeba Elî Dirêj, girên Kevorte û Lêlîkanê stargeh û çeperên leşkerî ava kir.
Artêşa Tirk a dagirker ku ji ber çalakiyên xurt ên gerîla nikare ji bejahî ve tevbigere, bi bomberdûmana bi balfirên şer, obus û hawanan hewl dide bêhnê bîne ber leşkerên xwe yên ji aliyê gerîla ve hatine dorpêçkirin. Artêşa Tirk bi bomberdûmanê hewl dide Bradostê ji Kurdan xalî û vala bike. Li gundên Bermize, Yeşime, Lêlîkan û Kolitê polîtîkayên sîxurkirinê li se gel ferz dike û bi vî rengî hewl dide encamekê bi dest bixe.
DESTEYA NÛ YA ŞER
Dewleta Tirk ku bi navê serokatiya bi tîpa Tirk xwe ji nû ve organîze kir, bi desteya nû ya wezîran ku Erdogan serkêşiyê jê re dike, dest bi êrîşeke mezin kir. Roja 9'ê Tîrmehê ku Erdogan sondxwar û dîktatoriya wî fermî bû, bi balafirên şer êrîş li temamiya Herêmên Parastinê yên Medyayê hate kirin. Dewleta Tirk ku hewl dide bi Îranê re li hev bike, bi Serokwezîrê Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî re rengê dawî peymana nû ya êrîşê. Ku Barzanî ji bo tevlî merasîma sîstema nû ya Erdogan bibe çûbû Enqereyê. Bi vî rengî amadekariyên ji bo êrîşa ji bejahî ve li ber temambûnê ne. Bi vê armancê wezîfe ji PDK û nokerên din ên li herêmê re hate dayin. Dewleta Tirk ku artêşa wê têrê nake, 'çeteyên bijartine' yên ji nava komên xwe yên çete yên li Sûriyeyê hilbijartiye, sewqî herêmê dike. PDK ji xwe ji destpêkê ve li ber êrîşên dagirkeriyê bêdeng e. Haya gundiyên Bradostê ji wê heye ku ev êrîş bêyî Barzanî û PDK'ê nikarin bên kirin. Li Başûrê Kurdistanê nerazîbûna li dijî dagirkeriyê qismî jî be li kolanan derb û û hin partiyên siyasî di vî warî de nêrînên xwe eşkere kirin. Çalakiya mertalên zindî ya ciwanan a li Qendîlê dikeve meha duyemîn. Lê belê vê yekê têrê nekir ku êrîşên dagirkeriyê bisekinînin. Hikumetên Iraqê û Kurdistana Federe bi rengekî ku bi kêrî Tirkiyeyê bê tevdigerin. Ji fermandarên HPG'ê yên li Xakurkê Yûsûf Aslan beriya niha bi du mehan dabû xuyakirin ku artêşa Tirk dixwaze herêmên Sîdekan, Bradost û Diyanayê ji mirovan paqij bike û gotibû, "Li gorî agahiyên gihîştin ber destê me, di berdêla çêkirina bendava ku wê herêma Bradostê di nava avê de bihêle û vekirina deriyê sînor ê Hecî Begê li hev kirine."
35 SAL IN BI HEMAN RENGÎ TEVDIGERE
Dewleta Tirk ji sala 1983'an û vir ve li dijî Başûrê Kurdistanê operasyonên 'li derveyî sînor' dike. Dewleta Tirk ku qîma xwe bi van operasyonên li dijî PKK'ê nîne, bi desteka PDK'ê bargehên leşkerî û kampên sîxuriyê ava kir. Bi vî rengî hewl dide li vî parçeyê Kurdistanê jî serdest be. dewleta Tirk piştî ku sala 1991'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyona 'derveyî sînor' pêk anî, li xeta Hewlêr-Duhok-Zaxoyê kampên îstîxbaratê ava kir û bi demê re ev kamp veguherand baregehên leşkerî. Bi hezaran leşker û wesayitên leşkerî lê bi cih kir.
KAMPÊN TIRKAN
Tevî Duhok-Zaxo ku weke herêma Behdînanê tê binavkirin û di bin serweriya PDK'ê de ye, li Hewlêrê jî dewleta Tirk kampên îstîxbaratê ava kir. Ev navendên îstîxbaratê ku sala 1997'an piştî operasyona 'li derveyî sînor' a bi navê 'Balyoz' hatin avakirin, veguherîn kampên elşkerî. Niha li
Bamernê, Şeladizê, Batufa, Kanimasi, Kiribî, Sinekê, Sirî, Kubkê, Kumri, Koxê Spî, Serê Zêr, Geliyê Zaxo û Amediyê baregehên leşkerî yên dewleta Tirk hene. Li Hewlêr, Duhok, Zaxo û Amediyeyê jî şaxên MÎT'ê hene. Piştî sala 2014'an, li Başîka, Soran û Kalaçolanê kamp çêkir. Balafirgeha berê ya li herêma Harîr a li nêzî Hewlêrê jî weke kampê bi kar tîne. Li herêma Zûmarê ji bo perwerdekirina hin koman, kampek ava kir.
MÎT Û PARASTINA KU LI BER DESTÊ WÊ YE
Yek ji karên sereke yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê, karê îstîxbaratê ye. Rêxistina Îstîxbaratê ya Milî ya Tirk (MÎT) û rêxistina îstîxbaratê ya PDK'ê (Parastin) hevkariyê dikin. Hin saziyên medyayê yên PDK'ê jî ku dewleta Tirk li pişt wan e, li herêmê agahiyan kom dikin. Tê zanîn ku di nava van saziyên medyayê de hin kes hene ku yekser ji MÎT'ê re dixebitin. Dewleta Tirk navendên xwe yên îstîxbaratê bi giranî li bajarên PDK lê serdest e; li Hewlêr, Duhok û Zaxoyê zêde kir. Lê belê herêma YNK'ê jî ji nedîtî ve nehat. Li xeta Silêmaniye, Helebçe û Germiyanê hin saziyên dewleta Tirk hene ku bi navê 'endam' û 'şîrketên taybet' tevdigerin. Li herêmên mîna Kerkûkê jî Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye avakirin û kesên weke Erşad Salihî tên bikaranîn. Çekeke din a dewleta Tirk jî fîrmayên Tirk in ku dema dawî li Başûrê Kurdistanê zêde bûne. Di serî de sektora înşaetê, zêdeyî 1.350 şîrketên Tirk li Başûrê Kurdistanê kar dikin. Eşkere ye ku hin ji van şîrketan paravan in û yekser ji bo MÎT'ê dixebitin.
DORPÊÇKIRINA BI RÊYA KAMPAN
Kampên ku ji Deriyê Sînor ê Xabûrê dest pê dikin, paralelî sînor heta herêma Soran dewam dikin. Ji bo herêmên Xinêre, Xakurkê û Kelaşînê yên li ser sînorê Tirkiye-Îran-Iraqê ne dorpêç bike, li Sîdekanê kampeke xwe heye. Li bajarên Diyana û Çomanê jî hêzên xwe yên leşkerî hene. Bi rêya vê hêzê dixwaze zextê li Qendîlê bike. Li Ranya Sengeser û Qeladizê yên herêma Raperînê ku di kontrola YNK'ê de ye û li başûrê Qendîlê ye, piştî ku Amerîkiyan kîs xistin serê leşkerên Tirk, endamên îstîxbaratê û leşkerên Tirk li herêmê neman.
KÎJAN KAMP JI BO KU DERÊ YE?
Ji Deriyê Sînor ê Xabûrê ber bi rojhilat ve, li Batûfa, Bamernê, Amediyê, Dêralûk û Şeldizê kampên Tirkan hene. Armanca van kampan:
* Armanca kampên Batûfa, Bamernê û Amediyê, kontrolkirina herêmên Heftanîn û Metîna ye û ji bo êrîşeke gengaz ev der bê bikaranîn. Bi kampa sînor a Kanîmasî re ku li pêşberî Barmenê ye, dor li herêma Heftanînê were girtin.
* bi kampên li Amediyê, Dêralûk û Şeladizê re ku li rojhilatê Heftanîn û Metîna ne, dixwazin herêmên Zap û Zagrosê kontrol bikin.
* Di operasyona Zapê ya 2008'an de ku artêşa Tirk têk çû, dixwest ku herêma Çemçê ya navbera Zap û Zagrosê kontrol bike. Lê belê helîkoptereke artêşa Tirk li vir hate xistin û bi dehan leşker hatin kuştin. Artêşa Tirk neçar mabû xwe vekişîne.
* Bi qereqolên li ser sînor ên li pêşberî van herêman dixwaze, çiyayên Heftanîn-Metîna-Zap-Zagrosê ji bakur û başûr ve dorpêç bikin. Bi kampa Dêralûkê re hewl didin têkiliya navbera Zap û Garê ji hev bibirin.
* Li ser sînorê Metînayê li Deştan, Karataş, Tepê Sor, Girê Mehmetçîk û 3 girên bi van ve girêdayî; li Aşûtê, Zavite, Koprulu, Serbesta, Aroşe û Elemîne qereqol hene.
* Li Zapê, Alaya Çelê ya 49. a Sînor, li Girê, Şikêr, Sîvrîtepe, Serê Sêvê, Êrîşê topavêj, qereqolên Bilican, Xantepe, Ertûşê, girên Kale, Koordîne, Elîşêr hene.
* Ji Dêralûkê ber bi başûrê rojhilat ê Başûrê Kurdistanê li herêmên Barzan, Mêrgesor û Soranê kamp hene.
* Ji herêma Soranê ber bi Bakurê ve di ser Deşta Hêl re Sîdeka heye. Bi kampên li vir re dixwazin Xinêrê, Xakurê û Kelaşînê dorpêç bikin.
* Li ser sînorê Îranê Diyana, Çoman, Ranya, Sengeser û Qeladizê hene. Armanca bingehîn a van deveran jî Qendîl e.
* Li bakurê herêmên Xinere û Xakurkê li herêma Cîloyê (Colemêrg) qereqolên Oremar û Şitazinê, li ser sînroê Avaşînê li aliyê Bêsosin û Herkiyê qereqolên Girê Nereze, Bezele û Rûbarokê, li Xakurê jî li girên Xapiskê, harûna Konserve baregehên leşkerî û qereqol hene.
FIYASKOYÊN DERVEYÎ SÎNOR
Dewleta Tirk ji sala 1983'an û pê ve li dijî PKK'ê operasyonên 'li derveyî sînor' pêk anî. Hemû jî nepixand, lê tiştek bi dest nexist. Em wan operasyonan bînin bîra xwe;
* Operasyona destpêkê ya dewleta Tirk a 'li derveyî sînor' piştî 'Peymana Hevkarî û Ewlekariya Sînor' a navbera serdema Kenan Evren û Bexdayê de sala 1983'an hate îmzekirin, pêk hat. Operasyon 25'ê Gulana 1983'an pêk hat û 7 hezar leşker tevlî bûn.
* Piştî ku PKK'ê li Bakurê Kurdistanê dest bi çalakiyên çekdarî kir, Cotmeha 1984'an operasyona duyemîn hate kirin û bê encam ma.
* Operasyona 3. roja 12'ê Tebaxa 1986'an ahte kirin û tevî PKK'ê kampên PDK'ê jî bûn hedef. Sivîl jî di nav de gelek pêşmerge şehîd bûn.
* Operasyon 'derveyî sînor' a sala 1991'ê ku navê 'Supurge' lê hate kirin, tenê bi navê xwe ma.
* Cotmeha heman salê bi desteka PDK û YNK'ê du operasyonên din hatin kirin. Piştî van operasyonan dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê kampên îstîxbaratê ava kir.
* Piştî ku artêşa Tirk derbên giran ji gerîla xwar, Serokkomarê Tirk ê wê demê Tûrgût Ozal ji Ocalan re mesaja 'şer kêm bikin' şand. Artêşa Tirk jî hesabên cuda dikir. Gulana 1992'an bi navê 'Sizma' operasyona 8. hate kirin. Operasyona ku 6'ê Gulanê dest pê kir bê encam ma.
* Artêşa Tirk 12'ê Cotmeha 1992'an bi 15 hezar leşkeran, bi tank, top, obus, helîkoter û balafirên şer dest bi operasyoneke nû kir. Tenê 20 rojan karîbû li ber gerîla bisekine.
* Operasyonên din mîna yên beriya xwe hatin kirin. Ev operasyon jî 10'ê Hezîrana 1993'an û 28'ê Çileya 1994'an pêk hatin.
* Artêşa Tirk roja 6'ê Sibata 1994'an êrîş bir ser herêmên Mezrê û Kariyêderî. Bê encam ma.
* Nîsana 1994'an li heman herêmê operasyoneke din kir û aqûbeta wê jî mîna ya beriya xwe bû.
* Artêşa Tirk sala 1995'an piştî amadekariyên mezin dest bi êrîşeke berfireh kir. Navê 'Çelîk' li operasyonê kir û ragihand ku piştî operasyona dagirkirina Qibrisê mezintirîn operasyona 'li derveyî sînor e'. Bi beşdariya 13 general û 35 hezar leşkerî roja 20'ê Adara 1995'an li Heftanînê dest bi operasyonê kir. PDK'ê jî destek da vê operasyonê. Lê operasyonê 45 rojan dewam kir.
* Piştî salekê 2 carên din êrîş kir. Armanca operasyona destpêkê ya 6'ê Adarê xeta Sineht, Heftanîn û Kelareşê bû. Di operasyonê de ku navê 'Atmaca Tokat' lê hatibû kirin, êrîş li sivîlan ahte kirin. Kanûna heman salê, di rojên dawî de artêşa Tirk bi desteka PDK'ê li Başûrê Kurdistanê dîsa dest bi operasyonê kir.
* Artêşa Tirk bi demê re hejmara leşkerên xwe zêde kir û teknîka xwe xurtir kir. Operasyona destpêkê ya sala 1997'an bi navê 'Balyoz' hae kirin. 14'ê Gulana 1997'an dest Pê kir û vê carê ji aliyê 50 hezar leşkerî ve hate kirin. Piştî ku 2 helîkopterên artêşa Tirk hatin xistin û fermandarên operasyonê hatin kuştin, operasyon qediya.
* Dewleta Tirk ku ji 'Balyoz'ê encama dixwest bi dest nexist, meha Îlonê vê carê bi 100 tank û 10 hezar leşkerî dest bi operasyoneke nû ya 'derveyî sînor' kir. Navê vê operasyona ku PDK'ê jî destek dayê 'Çekîç' bû û mîna 'Balyoz'ê lê hat. Piştî vê operasyonê, dewleta Tirk navendên xwe yên îstîxbaratê yên li Zaxoyê û gelek herêmên din bi tank, top û çekên giran dagirt. Bi taybetî li Batûfa, Kanîmasî, Bamernê û Şeladizê gelek leşker hatin bicihkirin.
* Artêşa Tirk bihara sala 1998'an bi 40 hezar leşkerî bi navê 'Mûrat' da nava axa Başûrê Kurdistanê, lê bi ser neket.
* Sala 1999'an artêşa Tirk cara 24'an dest bi 'operasyona derveyî' sînor kir. Navê 'Sandvîç' lê kir, lê aqûbeta wê jî mîna yên beriya xwe bû.
* Artêşa Tirk tevî PDK'ê roja 4'ê Gulana 2000'î li Heftanînê operasyon kir û piştî 4 rojan neçar ma xwe vekişîne.
* Operasyona 25'an a 'li derveyî welat' Kanûna 2007'an bi desteka hewayî xwest bike. Lê bê encam ma.
* Operasyona bi navê "Guneş Harekati" roja 21'ê Sibata 2008'an dest pê kir ku Yaşar Buyukanit gelekî nepixand. Bi vê operasyonê re êrîş li Zapê hate kirin. Lê berxwedaneke mezin hate nîşandan. Bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin û helîkopterek hate xistin. Artêşa Tirk neçar ma roja 29'ê Sibatê xwe bi zorê vekişîne.
ÇAVBIRÇÎTIYA BÊ DAWÎ YA XIYANETÊ
PDK a Barzaniyan ku ji bo xatirê berjewendiyên malbata xwe serî li her rê û rêbazê dide, li dijî rêxistinên din ên Kurdan bi dewletên Tirk, Îran û Iraqê re li hev kir û bi xiyaneta xwe bû rûpelekî reş û tarî di dîroka Kurdan de. Nokerî û xiyanet xwe li gorî her serdemê nû dikin û emrê xwe dirêj dikin. Çend ji mînakên giran ên ji hişê mirovan naçin;
* Derba herî mezin a ku Barzaniyan li Kurdên li Rojhilat xist ew bû ku sala 1968'an fermandarê pêşmergeyên PDK-Îranê Suleyman Maûnî kuştin û cenazeyê wî radestî Îranê kirin. Bavê Suleyman Maûnî, Wezîrê Karên Hundir ê Komara Mahabadê bû. Kurê wî Siyamend Maûnî jî niha Hevserokê PJAK'ê ye.
* Salên 1960'î Sekreterê PDK-Tirkiyeyê Faîk Bûcak li ser armancên damezrandina partiyê nameyek ji PDK'ê re şand û balkêş e ku piştî vê nameyê ji aliyê dewleta Tirk ve hate kuştin. Piştî Bûcak, Saît Elçî bû Sekreterê PDK-Tirkiyeyê. Elçî jî 31'ê Gulana 1971'ê li Zaxoyê hate kuştin. Û ev bûyer xistin stuyê Dr. Şivan (Saît Kirmizitoprak) û hevalên wî ku hewl didan li Bakurê Kurdistanê dest bi tevgera gerîla bikin. Dr. Şivan û hevalên wî Hasan Yikmiş û Hîkmet Bûlûttekîn ku ji aliyê PDK'ê ve dîl hatin girtin, 26'ê Mijdara 1971'ê ji aliyê MÎT'ê ve li Gîlalayê hatin kuştin.
* Piştî ku PDK'ê sala 1975'an li hemberî rejîma Baasê Aşbetal ragihand (ala teslîmiyetê hilda) partiyên weke Komala, Tevgera Sosyalîst a Kurdistanê û Hêlî Giştî bi pêşengiya Îbrahîm Ehmed, Celal Talabanî, Newşîrwan Mistefa û Elî Eskerî li hev civiyan û Yekîtiya Niştiman a Kurdistanê (YNK) ava kirin. Elî Eskerî ku hewl dida pêşmergeyên xwe yên li Sûriyeyê di ser Bakurê Kurdistanê re debasî Başûr bike, li navçeya Elkê ya Şirnexê (wê wextê bi ser Colemêrgê ve bû û ev bûyer weke bûyera Colemêrgê tê bîranîn) ji aliyê PDK'ê ve hatin dorpêçkirin. PDK û MÎT'ê li vê derê nêzî 700 pêşmergeyên YNK'ê kuştin. Piştî ku Elî Eskerî hate girtin, tê gotin ku Barzanî gotiye 'Fermandarên mezin divê bi çekên mezin bên kuştin' û ew bi roketê kuştiye.
* Sala 1992'an dema ku li Başûrê Kurdistanê li dijî rejîma Saddam Raperîn (serhildan) hate ragihandin, PDK'ê çawa ku di dema xwerêveberiyê de PKK sûcdar kir, di dema Raperînê de jî YNK sûcdar kir. PDK ku heta kêliya dawî tevlî Raperînê nebû, piştî ku qada hewayî ji aliyê Hêza Çakûç ve ji balafirên Saddam hate girtin, kete nava liv û tevgerê. Yên ku destpêkê ketin Hewlêrê û ew der rizgar kirin jî pêşmergeyên YNK'ê yên bi fermandariya Kosret Resûl bûn. Lê PDK çawa ku van salên dawî ji Şengalê reviya û ji PKK'ê xwest ji Şengalê derkeve, wê wextê jî ji YNK'ê xwest ku Hewlêrê biterikîne. Ji ber ku ev daxwaz nehate qebûlkirin, PDK'ê sala 1996'an tankên Saddam vexwend Hewlêrê.
DIJMINATIYA LI PKK'Ê TÊ KIRIN
PDK a bi xiyanet û nokeriyê tevdigeriya, piştî ku PKK derkete holê li gorî vê karaktera xwe dijminatî li PKK'ê jî kir. PDK'ê sala 1983'an li Şamê bi PKK'ê re peymanek bi navê 'Pîvanên Piştevaniyê yên PKK û PDK'ê' îmze kir. Lê piştre eşkere bû ku ji bo buhayê xiyaneta xwe zêde bike ev yek kiriye. Çend ji mînakên wê;
* Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî sala 1985'an li Şamê bi Abdullah Ocalan re rûnişt û jê xwest ku dev ji Pêngava 15'ê Tebaxê berde.
* PDK'ê şîret li du eşîrên nêzî xwe yên li Wan û Colemêrgê kir ku li dijî PKK'ê bibin cerdevan. 17'ê Tebaxa 1985'an li gundê Edîbe yê Zagrosan yek ji fermandarên ARGK'ê Hamît Avci kuşt. Cenazeyê wî jî radestî qereqola Tirkan kir.
* PDK'ê peymana ku berê bi PKK'ê re îmze kir, Gulana sala 1987'an bi rengekî yek alî betal kir. Barzanî di daxuyaniya xwe de got, "Ji niha û pê ve bi ti awayî nepêkan e ku PKK li herêmên di kontrola me de ne, hebe."
* Rayedarên PDK'ê, 7'ê Tîrmeha 1991'ê, yanî roja ku Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin hate kuştin, serdana Waliyê Herêma Rewşa Awarte Hayrî Kozakçioglû kirin. Heman wextê buroya PDK'ê li Enqereyê vebû û dewleta Tirk pasaporta dîplomatîk da Mesûd Barzanî.
* Piştî salekê sûîqest û kuştina mirovan dest pê kir. 27'ê Hezîrana 1992'an yek ji kesayetekî naskirî yê siyasî yê herêma Behdînanê Sadiq Omer û piştre jî yek ji pêşengên welatparêz ê ji Amediyeyê Alî Şaban û ji lîderên Eşîra Sûrçî Huseyîn Axa Sûrçî ji aliyê PDK'ê ve hatin kuştin. Aliyê hevpar ê van her sê lîderên gel ew bû ku nêzî PKK'ê bûn û Abdullah Ocalan dîtibûn.
* Di piraniya 28 operasyonên 'derveyî sînor' ên dewleta Tirk de yên li dijî PKK'ê, PDKê cih girt. PDK'ê xiyaneta herî mezin jî du roj piştî operasyona bi navê 'Balyoz' kir ku 16'ê Gulana 1997'an dest pê kiribû. Hêzên PDK'ê avêtin ser sazî û nexweşxaneya li Hewlêrê ku gerîlayên birîndar lê bûn û zêdeyî 80 gerîlayên birîndar kuştin. Piraniya gerîlayên hatin kuştin li gorên komî hatin veşartin û li ser gelek ji gorên wan jî rêya asfaltkirî hate çêkirin.
DIJMINATIYA LI ROJAVA
Piştî ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, PDK'ê vê carê berê xwe da Kurdên Rojavayî. 2'ê Çileya 2012'an PDK'ê bi partiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê re civînek pêk anîn, lê bang li PYD'ê nekir. Di encama civînê de rayedarên PDK'yî gotin, "PYD mîna Devlet Bahçelî dijberiyê li Kurdan dike." Lê belê piştî ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi pêşengiya PYD'ê hate kirin, ji dorpêçiya siyasî derbasî dorpêçiya fîzîkî û êrîşên leşkerî bû. Ji ber ku ev yek berî niha bi demeke nêz qewimîn, em tenê çend mînakan bidin:
* Di nava komên OSO de yên ku destpêkê êrîş birin ser Rojava, çeteyên weke Neviyên Selahaddîn Eyyûbî, Neviyên Mistefa Barzanî û Azadî hebûn ku dûvikên partiyên PDK'ê yên li Sûriyeyê ne.
* Piştî ku çeteyên El Qaîdeyê 2'ê Çileya 2013'an êrîşî Rojava kirin, PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka li Kurdên Rojavayî girt. Endamê Dîwana Serokatiyê ya PDK'ê Elî Eynî 10'ê Tebaxa 2013'an daxuyaniyek da û got, "Bila PYD ji bo xwe deriyekî din veke."
* Dema ku Tirkiyeyê xendek li ser sînorê Rojava dikole, PDK'ê jî dest bi kolandina xendekan kir. Wezîrê Karên Derve yê Tirk ê wê demê Ahmet Davûtoglû 12'ê Mijdara 2013'an got, "Xweserî ne tiştekî ku bi awayekî yek alî were ragihandin." Lîderê PDK'ê Mesûd Barzanî jî 2 roj piştî vê daxuyaniyê got, "Ya ku li Rojava dibe şoreş nîne. PYD zilmê li gel dike. Li Rojava Esad bi xwe heye."
* Piştre destûr nehate dayin ku Hevserokê PYD'ê yê wê demê Salih Muslim di ser Hewlêrê re derbasî Ewropayê bibe. Bi navê PDK'ê daxuyanî li ser mijarê hate dayin û hate gotin, "Salih Muslim dikare di ser Şamê re biçe derveyî welat."
* PDK'ê 11'ê Sibata 2014'an bi navê R3eveberiya Kurdistana Federe daxuyaniyek da û diyar kir ku ew Rêveberiya Xweser a li Rojava hatiye ragihandin nas nakin.
* PDK li pêşberî dagirkirina Efrînê jî bêdeng ma. Komên ENKS'ê ku dûvikê wê ne, di êrîşên dagirkeriyê de cih girtin.