Altan: Dagirkerî eleqeya xwe bi têkçûna AKP'ê heye
Efserê teqawîtbûyî Bahadir Altan diyar kir, ku hewldana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkçûna AKP'ê ya li nava welêt ve eleqedare.
Efserê teqawîtbûyî Bahadir Altan diyar kir, ku hewldana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkçûna AKP'ê ya li nava welêt ve eleqedare.
Pîlotê teqawîtbûyî yê ji Hêzên Hewayî Bahadir Altan hewldana dewleta Tirk a dagirkirina Rojava ji ANF'ê re nirxand. Altan diyar kir ku hewldana dagirkeriyê bi têkçûna AKP'ê ya li nava welêt ve eleqedare û got, AKP'ê çawa ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû û pêvajoya hilbijartinê qedand piştre dest bi şer kir, niha jî ji bo parastina desthilatdariya xwe bi heman rengî tevdigere.
Altan diyar kir ku AKP a ku bi kaosa afirandî rejîma şexsekî afirand, bi taybetî piştî 15'ê Tîrmehê zextên xwe yên li dijî Kurdan mezintir kir. Altan anî ziman, desthilatdariya ku bi yekbûna mûxalefetê re di 23'ê Hezîranê de di hilbijartinên xwecihî de têk çû, ji nû ve dest bi şer kir.
Altan destnîşan kir, ku ev taktîk taktîka Mûssolînî ye û bi bîr xist, ku Mûssolînî bi xwe mikur hat ku dema li Îtalyayê rewşa aboriyê nebaş bû wî dest bi şer kir.
Altan diyar kir, xwediyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne Tirkiye ne jî Emerîka ye û got, "Xwediyê wê xakê heye."
Altan destnîşan kir ku pêkhatina aştiya li herêmê tenê bi hevdîtina bi xwediyê rasteqîn ê wê xakê dibe û got, "Beriya her tiştî divê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rejîma Sûriyeyê re hevdîtin bê kirin, bi wan re agirbesteke mayinde bê ragihandin û bi vî rengî aştî dikare pêk were."
Altan bi bîr xist ku AKP'ê komên çete bi navê "artêşa milî" li hev kom kiriye û ev komên çete jî sûcên li dijî mirovahiyê dikin.
Altan destnîşan kir ku avakirina rêxistineke bi navê "artêşa milî" nîşan dide ku AKP yekparebûna xaka Sûriyeyê nas nake û got, "Ji ber vê yekê jî ev şer û dagirkerî ye."