Almanya: Li gel pêvajoya çareseriyê jî dê qedexeya PKK'ê bidome

Almanya: Li gel pêvajoya çareseriyê jî dê qedexeya PKK'ê bidome

Almanyayê sala 1993’yê ji ber têkiliyên di navbera Almanya û Tirkiyeyê û zextên NATO’yê xebatên PKK’ê li welatê xwe qedexe kir û her çendî 20 sal derbas bûn, lê heta niha nekarîne hinceteke ciddî ji bo vê qedexeyê bibîne. Partiya Çepgir bi pêşniyarpirsekê ji Wezareta Navxweyî pirsî , wezaretê jî bersiva “Dê ji ber ewlehiya welatê em ev qedexe bidome” da.  Parlementera Alman Ulla Jelpke ev bersiv rexne kir û got: “Qedexeya li ser PKK’ê pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê asteng dike.”

 26’ê mijdara 1993’yan hukûmeta Helmut Kohl a ku têkiliyek xurt a wê bi Serokwezîra Tirk a wê demê Tansû Çîllerê re hebû, biryara astengkirina xebatên siyasî yên Kurdan û tengavkirina têkoşîna azadiya Kurdan di asta navneteweyî de da. Hukûmeta Kohl bi hincetên “Têkiliyên me yên polîtîkayên derve, têkiliyên bi Tirkiyeyê re û endamtiya NATO’yê” qedexe li ser PKK’ê danî û bi vî awayî deriyê bi dehan komeleyên Kurdan ên li Almanyayê kilîd kir.

Ev qedexeya ku yekem car di asta navneteweyî de li hemberî tevgera Kurdan hate pêkanîn, piştî bûyera 11’ê Îlona 2001 a li Amerîkayê, bi zextên DYA’yê Yekitiya Ewropayê jî PKK’ê xist nava lîsteya “rêxistinên terorîst. Komîsyona Ewropayê di lîsteya xwe ya ku 2’yê gulana 2002’yê aşkere kir de cih da PKK’ê jî.

Pêvajoya  çareseriyê ya ku li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bi banga Ocalan a di Newrozê de dest pê kir, ev lîsteya YE’yê û qedexeya dewleta Alman careke din hate rojevê.  Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk 17’ê nîsanê li Parlementoya Ewropayê civîneke çapemeniyê li dar xist û xwest navê PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorê” bê derxistin. Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî vê hefteyê li Berlînê hin hevdîtin kir û ji Almanyayê xwest ku nêrîna xwe ya li hemberî PKK’ê biguherîne û dest ji qedexeya 20 salan berde.

LI GEL PÊVAJOYÊ JÎ QEDEXE DÊ BIDOME!

Di demek de ku siyasetmedarên Kurd dîplomasiya xwe ya Ewropayê zêde kir, Parlementera Partiya Çepgir a Alman Ulla Jelpke pêşniyarpirsek derbarê mijarê de da Meclîsa Federal a Almanyayê.  Di pêşniyarpirsê de pirsa “Ev qedexe çima heta niha berdewam dike?” hate pirsîn û hate xwestin ku navê qedexeya li ser PKK’ê bê rakirin.

Wezaretê roja 11’ê nîsanê bersiv da û ew bersiv îro gihişt ANF’ê.  Wezaretê da zanîn ku hejmara PKK’yiyan a ku sala 1993’yê li Almanyayê 6.900 bû, di sala 2013 de gihiştiye 13 hezarî.

Wezaretê wiha bersiv da pêşniyarpirsê: “Hukûmeta Alman her tim di hevdîtinên bi hukûmeta Tir re, de  tîne ziman ku divê pevçûnên di navbera Tirk-Kurdan de bi rêyên aşitiyane bi dawî bibin. Lê divê mirov qedexeya ku ji sala 1993’yan ve li ser PKK’ê hatiye danîn, ji hevdîtinên ku hukûmeta Tirk ji 2012 ve bi PKK’ê re daye destpêkirin cûda binirxîne. Qedexeya li ser PKK’ê dê ji ber ewlekariya navxweyî bidome.”

WEZARETÊ HALIM DENERÊ JI ALIYÊ POLÎSAN VE HAT KUŞTIN JI BÎR KIR!

Her çendî Wezaretê gotiye “ewlekariya navnexweyî tehdît dike” û “çalakiyên tund li dar dixin” lê di xwepêşandanên vê dawiyê li Almanyayê tên lidarxistin de xwîn ji pozê kesek tenê jî nehatiye. Wezaretê da zanînku di 20 salan de 57 sazî û organîzasyonên Kurdan hatine qedexekirin, lê ev bîlanço yek alî ye.

Wezareta Almanyayê da zanîn ku roja 21’ê Adara 1994’ê ji ber ku Almanyayê destûr neda pîrozbahiya Newrozê, jinên Kurd a bi navê Nilgun Yildirim (Bêrîvan) û Bedriye Taş (Ronahî) li bajarê Manhaimê agir berda bedena xwe. Lê Wezaretê cih neda kuştina ciwanê Kurd Halim Dener ê 16 salî ku di heman salê de li Hannoverê ji aliyê polîsên Alman ve hatibû kuştin. Her wiha Wezareta Alman Gulnaz Bahistani ya ku 1995ê li Berlînê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da û 4 Kurdên ku 17ê sibata 1999an ji aliyê konsolosxaneya Îsraîl a li Berlînê ve hatibûn qetilkirin jî ji bîr kir.

JELPKE:  DIVÊ WÊNEYÊ OCALAN NEYÊ QEDEXEKIRIN

Wezaretê bi pirsên ku weke pirsên Partiya Çep piştguh bikin, bersivand û Parlementera Meclîsa Federal Ulla Jelpke ku pêşniyarpirsê amade kir helwesta hukûmetê bi awayeke tund rexne kir.  Jelpke destnîşan kir ku rakirina qedexeya li ser PKK’ê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bandor dike.

Jelpke bang li hukûmeta Angela Merkelê kir û got: “Piştî banga Ocalan û îlankirina agirbestê ya ji aliyê PKK’ê ve divê Almanya qedexeya li ser PKK’ê rake. Di demek de ku hukûmeta Tirk bi Ocalan re hevdîtinê dike, divê li Almanyayê Kurd ji ber wêneyên Ocalan neyê cezakirin.”

BERSIVEKE NERÊNÎ DABÛN KAMPANYAYA NASNAMEYÊ JÎ

Li hemberî vê israra hukûmeta Alman a ji bo qedexeya li ser PKK’ê Kurdên li vî welatî kampanyaya bi navê “Nasnameya Kurdan binase” dan destpêkirin. Di encamê de bi giştî 60 hezar îmze hatin berhevkirin û  pêşkêşê Meclîsa Federal a Almanyayê hate kirin. Meclîs roja 15’ê cotmeha 2012 ji bo daxwazên Kurdan civiya û Wezareta Navnexweyî ya Almanyayê mijdara 2012 ji endamên Komîsyona Daxwaznameyan a Meclîsa Federal re giştînameyekê şand û da zanîn 12 daxwazên Kurdan hatine redkirin.