Alimên Kurd ji aliyê Asayişa PDK’ê ve hatin binçavkirin
Alimên Kurd ji aliyê Asayişa PDK’ê ve hatin binçavkirin
Alimên Kurd ji aliyê Asayişa PDK’ê ve hatin binçavkirin
Alimên Kurd ên çûbûn serdana gerîlayên HPG’ê yên ji Bakurê Kurdistan vedikişin Herêmên Parastinê yên Medya, di vegerê de ji aliyê hêzên asayişa PDK’ê ve hatin binçavkirin.
Mamoste Zana Xeyam ku yek ji Alimên Kurd e û di heyeta serdana gerîlayan de cih girtibû der barê binçavkirinê de agahî dan Çetir Press ê. Mamoste Zana Xeyam wiha got: “Piştî serdana me xelas bû dema ku em dizivirîn cihê xwe ji aliyê hêzên asayişa PDK’ê ya Akrê rêya me hat girtin. Şevekê em di bin çavan de hiştin û dest danîn ser her tiştên me. Sedem ev bû ku em çûbûn serdana gerîlayên vedikişin.”
Alimên Kurd li ser esasê ku di Konferansa “Îslama Rastî” ya li Hewlêrê hatibû lidarxistin de biryar hatibû girtin biçin serdana gerîlayên HPG’ê çûbûn serdana gerîlayan.