Alîgirên DAIŞ li Edeneyê qehwexaneyek gulebaran kirin: 3 birîndar

Alîgirên DAIŞ li Edeneyê qehwexaneyek gulebaran kirin: 3 birîndar

Li bajaroka Kuçukdîkîlî ya Edeneyê qehwexaneyek hat gulebarankirin, 3 kes birîndar bûn.

Bûyer di saetên dereng ên şevê de pêk hat. Piştî çalakiya ji bo Kobanê hat kirin, qehwexaneyeke aîdî kesekî welatparêz hat gulebarankirin.

Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku kesên çalakî pêk anîne alîgirên çeteyên DAIŞ’ê ne.

Li heman taxê dîsa alîgirên çeteyên DAIŞ êrîşî çalakiya ku 1’ê Cotmehê pêk hatibû kirin.