Alîgirên Amedsporê ji bo kesên hewce kincên zivistanî belav dike

Koma Alîgirên Berxwedanê ya tîma Amedsporê ji ber şertên zivistanî, ji bo ku mirovên hewce rahêjinê kincên zivistanî li Parka Koşuyolu datînin.

Koma Alîgirên Amedsporê ji bo mirovên hewce kinc û pêlavên zivistanî li Parka Koşuyoluyê, li nêzî Parka Denîz Kafetaryayê (Destpêka Pirê) datînin.

Li Parka Koşuyoluyê Amedspor di navbera daran de şelît girêdaye, bi şelîtan ve kincên zivitanî ji bo mirovên hewce pê ve daliqandiye. 

Di navbera kincan de li ser kazexekê nîşeya, ‘Kesên hewce dikarin rahêjinê’ li ser navê Direniş Taraftar Grubu (Koma Alîgir a Berxwedanê) hatiye danîn.

Amedspor li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev kampanyaya alîkariyê par ve kiriye û gotiye kesên ku dixwazin kincan daliqînîn dikarin daliqînîn û kesên ku dixwazin alîkariyê bikin dikarin alîkariyê bigihînin komeleya wan.