Aktîvîstan wêneyê mezin ê Riemer xêz kirin

Di salvegera yekemîn a şehadeta gerîlayê HPG'ê Jakob Riemer (Şiyar Gabar) de li paytext Berlînê aktîvîstan wêneyekî mezin xêz kirin.

Gerîlayê Elman Jakob Riemer (Şiyar Gabar) 9'ê Tîrmeha sala 2018'an li herêma Çarçella ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûbû. Gerîla Riemer di salvegera yekemîn a şehadeta xwe de li Elmanyayê bi çalakiyan tê bîranîn.

Herî dawî komek ji aktîvîstên Komîteya Berxwedanê (Widerstandkomitees) li paytext Berlînê wêneyekî mezin xêz kirin. Li dîwarê avahiyeke ku nayê bikaranîn, wêneyê gerîla Riemer tevî ala PKK'ê hate xêzkirin.

Çend roj berê jî li Hamburgê ku Riemer li wê derê lê ji dayik bû, navê kolana 'Hein-Kollisch-Platz' a navçeya St. Pauli weke 'Jakob/Şiyar Platz' hatibû guhertin. Riemer sala 2013'an çûbû Kurdistanê û tevlî nava gerîla bûbû.