Aktîvîsta TJA'yê Sara Aktaş hat berdan
Aktîvîsta TJA'yê Sara Aktaş ku di operasyonên qirkirina siyasî de 14'ê Hezîranê hate binçavkirin û girtin û bi daxwaza 17 salan cezayê girtîgehê tê darizandin, hate berdan.
Aktîvîsta TJA'yê Sara Aktaş ku di operasyonên qirkirina siyasî de 14'ê Hezîranê hate binçavkirin û girtin û bi daxwaza 17 salan cezayê girtîgehê tê darizandin, hate berdan.
Rûniştina destpêkê ya doza li dijî aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sara Aktaş pêk hat.
Di encama rûniştinê de bi şertê qedexeya derketina derve û kontrola edlî, Sara Aktaş û Selahattîn Kaygûsûz hatin berdan.
Di rûniştinê de biryar hate dayin ku li îfadeya şahidê veşartî bê guhdarîkirin û rûniştin ji bo 11'ê Nîsana 2018'an hate taloqkirin.