'AKP wê nikaribe Kurdan bitirsîne'

Umît Dede yê HDP'î nerazîbûn nîşanî êrişên AKP'ê yên li dijî goristanan û cenazeyan da û got, "AKP hewl dide bi tirsê civakê teslîm bigire. Lê belê gelê Kurd wê ti carî teslîmî polîtîkaya tirsê ya AKP'ê nebe."

Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Hiqûqê û Mafên Mirovan Berpirsyar Umît Dede êrişên desthilatdariyê yên dema dawî nirxand.

Umît Dede destnîşan kir ku desthilatdariyê di vê pêvajoya şewba Covîd-19 de hem li girtîgehan hem jî li derve hiqûqa dijminatiyê pêk aniye.

Umît Dede bibîr xist ku hejmara girtiyan û personelên girtîgehê yên bi vîrûsê dikevin roj bi roj zêde dibe û got, "Hikumetê bi guhertina ku di qanûna înfaza ceza de kir di serî de girtiyên siyasî, girtiyên di nava yên bi rîsk de ne, terikî mirinê kiriye.

Hikumet şewba Covîd-19 weke rêbazeke cezakirinê bi kar tîne. Mînaka dawî ya vê yekê jî Sabrî Kaya ye ku rojek piştî berdana ji Girtîgeha Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest da. Kaya tevî ku 2 caran emeliyata vekirî a dil lê hate kirin û 20 caran krîza dil derbas kir, tevî hewldanên rêxistinên mafên mirovan nehate berdan."

Umît Dede destnîşan kir ku mirina Sabrî Kaya û êşa ku bi malbata wî dan kişandin, nêzîkatiya hikumetê ya li girtiyên siyasî nîşan dide.

Umît Dede bal kişand ser êrişên li dijî goristanan û cenazeyan û got, "AKP bi vî rengî nîşanî tevahiya civakê dide ku dikare çiqasî çavsor bibe, çiqasî hov bibe. AKP bi vê kiryara xwe ya hovane ya li dijî cenazeyan û goristanan hewl dide civakê bitirsîne û teslîm bigire. Lê belê divê bê zanîn ku gelê Kurd wê ti carî teslîmî van polîtîkayên tirsandinê nebe. Ev hovîtî wê weke rûreşiyekê di dîroka Komara Tirkiyeyê û dîroka AKP'ê de bê bîranîn. Gel wê ti carî dest ji xwedîderketina li rûmeta xwe bernedin."