AKP niha jî Kirgizan li Erdîşê bi cih dike

Hikumeta AKP'ê piştî Tirkên Gergawûz, Afgan, Çerkez û Ozbek, niha jî gelek welatiyên Kirgiz ji Rûsya û Çînê aniye li gundê Ûlûpamîr ê navçeya Erdîş a Wanê bi cih kiriye.

Hikumeta AKP'ê ya ku li Kurdistanê têk çûye, niha jî dixwaze bi bicihkirina Afgan, Çerkez Ozbek û Kirgizan demografiya Kurdistanê biguhere.  AKP ya ku herêma Serhedê ji bo xwe weke herêma pîlot nîşan daye bê navber welatiyên ji Rûsya, Ûkraynayê, Çîn û Îranê li herêmê bi cih dike. Beriya niha nêzî 250 malbatên eslê xwe Tirkên Gergawûz ê li Ûkraynayê dijiyan anîn navçeya Elcewaz a Bedlîsê bi cih kir û beriya niha bi 15 rojan gelek malbatên Kirgiz li gundê Ûlûpamîr ê navçeya Erdîş a Wanê bi cih kir.

Li gel daxwaza guhertina demografiya Kurdistanê, AKP dixwaze van bike cerdevan û li dijî PKK'ê bide şerkirin. Wekî din, şêweyê bicihkirina van penaberan li herêmê Serhedê dibe mijara nîqaşê. Li gorî hin  îdîayan, AKP dixwaze bi qasî 75 hezar penaberan li Kurdistanê bi cih bike.

Hêjayî gotinê ye, di meha derbasbûyî de Alîkarê Serokwezîrê Tirk Veysî Kaynak diyar kirîbû 3 mîlyon penaberên li Îranê dixwazin werin li herêmê bi cih bibin. Piştî daxuyaniya  Kaynak 150 penaberên Afgan di hefteya bihurî de di bin kontrola dewletê de hatin anîn û li navçeya Erdîş a Wanê hatin bicihkirin. Tevî ku Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk dabû xuyakirin, ku ew sînorên xwe mîna nava malekê dişopînin û ketin û derketinê kontrol dikin, Kaynak gotibû, "Tenê di sala 2016'an de 30 hezar kes bê destûr li Îdir û Agirî kete nava welêt." Her wiha 60 jê jin û zarok 150 kes bêyî agahiya dewletê gihîştin otogara Wanê. Vê yekê rê li ber pirs û fikaran vekir.