AKP li Fransayê dikeve hilbijartinê!
Partiyeke biçûk a alîgirê AKP’ê li Fransayê dikeve hilbijartinê. AKP li Ewropayê di ser komele, mizgeftan re û bi organîzsyonên girêdayî hikûmetê xwe birêxistin dike.
Partiyeke biçûk a alîgirê AKP’ê li Fransayê dikeve hilbijartinê. AKP li Ewropayê di ser komele, mizgeftan re û bi organîzsyonên girêdayî hikûmetê xwe birêxistin dike.
Partiyeke biçûk a alîgirê AKP’ê li Fransayê dikeve hilbijartinê. AKP li Ewropayê di ser komele, mizgeftan re û bi organîzsyonên girêdayî hikûmetê xwe birêxistin dike. Ev rêxistin jî bi giştî di bin banê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropa de xwe birêxistin dike.
Desthilatdariya AKP’ê li Fransayê qîma xwe bi mizgeft, komele, mela, mamosteyên girêdayî xwe nayîne, her wiha hem bi partiyên ji qerton û hem jî bi fîguranên ku di nav partiyên çep de bi cih kirine hewl dide ku tevlî siyasetê bibe.
MOTÎVASYONA BI NÎJATPERESTÎ Û ÎSLAMA SIYASÎ
Erdogan ji bo dîktatoriya xwe hîmê xwe datîne û dema ku vî hîmî datîne jî dîn ji xwe re dike kevirê hîmî. Li Tirkiyê û herêmê rêxistiniya xwe li ser nîjatperestiya Tirk ava dike û vê li Ewropayê jî bi rengekî berbelav sazkar dike. Hemû mekenîzmaya dewletê ya li Ewropa jî kire bin xizmeta xwe. Cihê îbadetê, sefaretxane kirin nav torên sîxuriyê. Ji bo hilbijêrên Tirkiyeyî bixe bin xizmeta armancên xwe yên dîktatorî hemû azîneyên legal û ne legal bi kar anîn. Medya, serwîsên îstîxbaratê, mela û komele bi kar anîn. Nîjatperestî har kir, îslama siyasî teşwîq kir, xurt kir. Dema wê hat gef xwar, hemû nirx kirin malzemeya şantajê.
Gelek welatên Ewropî heta niha ji van kirinên rejîma Tirk re çavê xwe girt. Erdogan jî ji vê wêrek bû û rêxistiniya xwe ya binerd û sererd xurt kir. Di serê van welatan de Elmanya û Fransa tên. Li van du welatan jî xwedî dengekî zêde ye. Bi van du welatan re jî xwedî têkiliyên xurt e. Hem di hêla aborî, hem di hêla siyasî û leşkerî de xwedî tifaqên gemarî ne. Kurd, penaber, mafê mriovan, azadiya çapemeniyê û derbirînê bûne qurbanê van têkiliyên gemarî.
AKP LI FRANSAYÊ ÇAWA XWE BIRÊXISTIN DIKE?
Di referandûma 16’ê Nîsanê de ji Elmanya, Avûstûrya, Hollanda, Swêd û Swîsre bêhtir hikûmeta Fransa çavê xwe ji kampanyaya hilbijartinê ya AKP’ê re girt. Fransa destûrê dide ku desthilatdariya Tirk xaka wan weke qadeke operasyonê û rêxistinê werin bikaranîn. Her çendî ev rewş ne nû be jî AKP’ê rêxistiniyeke nû û toreke nû ya sîxûriyê ava kir. Salên 1980’yî jî Fransa bûbû qadeke operasyonê ji bo dewleta Tirk. Li dijî Ermenan gelek êrîşên bombeyî ji van xakan pêk hatin. Li vê xakê suîqastên dijî Kurd, hewldanên lîncê û operasyonên hevpar çêbûn.
DIYANET Û SAZIYÊN TÊKILDARÎ WÊ
Li Fransayê lingê rêxistine ya AKP’ê Diyanet û komeleyên girêdayî wê ne. Ev rêxistin bi giştî li Ewropayê di bin banê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropa de dicivin. Ev rêxistin 2005’an ji hêla Erdogan ve li Kolnê hate avakirin. Armanca wê ewe ku çalakî û îdeolojiya AKP’ê di nav Tirkên Ewropayê de berbelav bike. Ji hêla wekîlê AKP’ê Metîn Kulunk ve rasterast tê şopandin, dibe platformeke siyasî û lojîstîk.
STRASBURG LABORATUAREK E
Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî ya Fransayê Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Diyanetê (DÎTÎB) li Fransayê 250 cihê îbadetê kontrol dike.
Nûçegihan Laure Marchang di kovara Observeteur de, di meha Nîsanê de lêkolîneke xwe ve par ve kir û got,’’Navenda Ewropayê ya bizava Islamiya Tirk ji hêla dîrokî ve her çend Koln be jî Strasboûrg ji bo Fransayê laboratuar e’’
TETÎKKÊŞÊ SIYASÎ YÊ ERDOGAN: COJEP
Konseya Dadmendî, Wekhevî û Aştiyê ya Navneteweyî (COJEP) salên 1980’yî li Beltorfê derkete holê, wê demê di bin kontrola siyasetmedarê Fransayî û wezîr Jean- Pîerre Chevênement de hate avakirin. Marchand dibêje, ‘’COJEP piştî 20 salan dibe baskê siyasî yê Erdogan."
COJEP daye ber xwe ku nifûsa Tirk û misilman tevbigerîne. Mevlût Çavûşoglû ku demekê di Meclîsa Konseya Parlamenter a Ewropayê de cih girtî ji bo ku COJEP ji hêla saziyên Ewropa ve xuyanî bibe xebatên lobiyê xurt kirin.
BÊHTIR KETIN NAV PARTIYA ÇEPGIR
Bi taybetî armanc kirin ku têkevin meclîsên şaredariyan. Bi vê polîtîkayê pêşî ketin nav Partiya Sosyalîst, Kes û rastgir UMP’ê. Ev derdorên ku li welatên xwe polîtîkayên zextê, nîjatperestiyê û li gel Erdogan faşîzmê diparêzin, li Ewropayê ketin nav partiyên çepgir. Li Ewropayê zêdetir di nav partiyên çep de cih digirin. Li gorî rêveberekî komeleyeke Tirk ku ji Laure Marchand re axivî, di meclîsên şaredarî û bajêr de 50 encumen girêdayî COJEP’ê ne û li gorî wê tevdigerin.
PARTIYA MÎKRO A ERDOGAN: PEJ
Piraniya van di nav Partiya Wekhevî û Dadmendiyê (PEJ) de cih digirin. Yek ji kadroyê berê yê COJEP’ê Şaban Kîper ji Partiya Sosyalîst kete Şaredariya Strasboûrgê. Kîpler tezên nîjatperest ên rejîma Enqerê diparêze. Partiya Sosyalîst li dijî nîjatperestên Tirk ên di na xwe de bêdengî tercîh kir. Lê piştî ku zext zêde bûn 2014’an nekete lîsteya hilbjartinê. Kîper hem endamê Diyanetêye, ji bo AKP’ê xebatên lobiyê dimeşîne û di nav PEJ’ê de xwe birêxistin dike. Li gorî rojnameya Lîberatîonê, di nûçeyeke 3’yê Hezîranê de dibêje, "PEJ a ku di hilbijartina xwecih a 2015’an de derketî holê, Strasboûrg, cihê ku Tirk lê dijîn ji xwe re kiriye hêlîn."
Hezîranê li Fransayê hilbijartina giştî heye. Hilbijartina giştî 11-18’ê Hezîranê ne. Siyasetzan Samîm Akgonul ji L’expressê re axivî û got AKP xîtabî hilbijirên nîjatperest dike û rojhilatê Fransayê kiriye navenda xebatên xwe.
PARTIYA KOMUNÎST HIŞARÎ DA
Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) di mijara partiya mîkro a Erdogan de alarm da. Lîderê Partiya Komunîst Pîerre Laurent got, "Di nav vê rêxistinê de Îslamî û faşîst hene ku ji Gurê Boz ê bêqidoş hatine."
Laurent bang li Wezareya Navxweyî kir ku derbarê vê partiyê de lêpirsîn wer destpêkirin. Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê bang li saziyên Fransayê kirin nehêlin Erdogan li Fransayê dest li jiyana siyasî ya Fransayê bide.
HIKÛMET BÊDENG E
Hikûmet di rewşa berdest de bêdeng e. Weke ku partiyeke wiha nebe tevdigere. Di mijara kampanyaya 16’ê Nîsanê de jî bêdeng mabû. Bi hikûmeta nû re jî ev bêdengî wê bidome yan na nayê zanîn, lê her ku ev bêdengî didome, encamên wê ji bo Fransayê wê giran bin.