'AKP li dijî girtiyên nexweş xwîndariyê dike'

'AKP li dijî girtiyên nexweş xwîndariyê dike'

Rêxistina BDP'ê a Stenbolê bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş li ber Saziya Tipa Edlî daxuyanî da. Hevserokê BDP'ê yê Stnebolê Emrullah Bîngul, daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li şûna girtiyên nexweş serbest berde, li dijî girtiyên nexweş xwînîtiyê dike. 

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş û girtiyên nexweş serbest berdan, li ber Saziya Tipa Edlî ya Yenibosnayê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul rêveberên BDP'ê, Seroka TUAD-DER'ê Recep Belek û nûnerên gelek saziyên civaki amade bûn. Di çalakiyê de pankartên "Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan" û "Ji mirinên li girtîgehan re bes e, ji girtiyên nexweş re azadî" hatin vekirin. Komê bê navber siloganên "Bijî berxwedana zindanan", "Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê bişkînin" qerîyan. Komê dîsa rengê sor, zer û kesk vekirin û silogana "Jin şer naxwazin, aşitiyê dixwazin" qeriyan. Hevserokê BDP'ê yê Stenbolê Emrullah Bîngul, daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li şûna girtiyên nexweş serbest berde, li dijî girtiyên nexweş xwînîtiyê dike. Bîngul, anî ziman ku BDP û TUAD'ê ji bo girtiyên nexweş ên roj bi roj tenduristiya wan giran dibe û heviya wan ji jiyanê qut dibe, serbest bên berdan di nava hewldanan dene. Bîngul, bang li hikûmetê AKP'ê kir û xwest guh bide dengê girtiyên nexweş û wîjdanê xwe û girtiyên nexweş serbest berde. Bîngul, anî ziman ku li gorî daneyên ÎHD û TUAD'ê 540 girtiyên nexweş hene û xwest demek berî demekê serbest bên berdan. 

Hevseroka BDP'ê ya Stenbolê Arife Çinar anî ziman ku li girtîgehan bi hezaran girtî nexweşin û tenduristiya wan di bin talûkeyê de ye. Çinar, xwest girtiyên nexweş serbest bên berdan û wiha got: "Em tu carî li hemberî vê rewşê bêdeng namînin û heta girtî serbest bên berdan em dê têkoşîna xwe berdewam bikin." 

Çalakî bi xwendina daxuyaniyê û siloganan bi dawî bû.