AKP hewl dide tûrîzma têk çûye bi NY zindî bike
Êrîşên di nava salekê de li Tirkiyeyê hatin kirin, krîza bi Rûsyayê re rû da û hewldana dawî ya darbeyê sektora tûrîzmê xist nava krîzeke mezin.
Êrîşên di nava salekê de li Tirkiyeyê hatin kirin, krîza bi Rûsyayê re rû da û hewldana dawî ya darbeyê sektora tûrîzmê xist nava krîzeke mezin.
Ji bo sektora tûrîzmê ku aliyê aboriyê ve gelek tişt bi Tirkiyeyê da windakirin, AKP weke çareya dawî berê xwe da Rêxisitna Tûrîzmê ya navneteweyî (UNWTO) ya se bi Neteweyên Yekbûyî (NY).
Ji ber şerê ji Tîrmeha par û ve ve diqewime, krîza bi Rûsyayê re û êrîşên bombeyî, hejmara tûrîstê di nava 6 mehên destpêkê yên îsal de hatin Tirkiyeyê, li gorî par bi rêjeya ji sedî 25'an kêm bû. Tevî ku ev yek hejmarên fermî ne, li Antalya, Stenbol û Îzmîrê, her wiha li gelek bajarên din di rêjeya ji sedî 35 heta 50'î hejmara tûrîstan kêm bû.
Hatineya ji tûrîzmê, ku par 32 mîlyar dolar bû, îsal di nava 6 mehên destpêkê de gelekî kêm bû. Ji bo rizgarkirina vê sektora li ber têkçûna giştî ye, Wezîrê Tûrîzmê berê xwe da saziyên navneteweyî.
Wezîrê Çand û Tûrîzmê yê Tirk nabî Avci yê çend roj berê hat paytexta Spanya Madrîdê, bi Sekreterê Giştî yê UNWTO re peymanek îmze kir. Li gorî vê peymanê wê di 'mijarên teknîkî' de alîkarî bê dayîn. Her wiha UNWTO wê ji bo pêşvebirina tûrîzma Tirkiyeyê ya li ber têkçûnê ye, li qadên 'stratejî û marketîng'ê şêwirmendiyê bike.