AKP'ê şaredariyên Milazgir û Tetwanê şêlandiye

Şaredariyên DEM Partiyê yên Milazgir û Tetwanê deynên ku AKP'iyan xistin stuyê şaredariyan eşkere kirin.

DEYNÊN AKP'Ê

Deynên şaredariyên Milazgir a Mûşê û Tetwan a Bedlîsê hatin eşkerekirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên 31’ê Adarê de her du şaredarî bi dest xist. Şaredariyan deynên rêveberiya AKP’ê li pey xwe hiştin li qada navçeyê û avahiya şaredariyê daliqandin. Şaredariya Milazgirê deynê şaredariyê bi afîşekî bi avahiya şaredariyê daliqand.

Deynê Şaredariya Milazgirê wiha ye: “Deynê SGK’ê milyonek û 944 hezar û 105 TL, deynê darayî 15 milyon û 119 hezar û 133 TL, deynê Ceyranê ya VEPSAŞ’ê 7 milyon û 450 hezar TL, deynê esnaf û fîrmayan 23 milyon û 893 hezar û 471 TL, deynê krediyê yê Banka Îllerê 178 milyon û 951 hezar û 308 TL, deynê krediyê yê ji bo Banka Zîraatê 78 milyon û 118 hezar û 540 TL, deynê SGKê yê şîrketa Oz beldeyê 14 milyon û 33 hezar û 757 TL, deynê darayî yê ji bo şîrketa Oz beldeyê 4 milyon û 20 hezar TL û deynê gaza xwezayî yê ji bo şîrketa Oz beldeyê jî 906 hezar TL.”

Bi giştî deynê şaredariyê weke 324 milyon û 436 hezar û 315 TL hate ragihandin.

TETWAN

Deynê Şaredariya Tetwanê jî weke milyarek û 211 milyon TL hate ragihandin. Şaredarê AKP’î Mehmet Emîn Geylanî di sala 2019'an de ragihandibû ku deynê şaredariyê 321 milyon û 515 hezar TL ye.

Deynê di serdema AKP’ê de li ser tevahiya bîllboardên navçeyê hate daliqandin û hate teşhîrkirin.