AKP'ê, sala 2017'an giranî da ser girtîgehan

2017 bi girtîgehên an tijî bû, ku zexta lixwekirina kincê ji yekrengî, lêgerîna bi tazî, sirgûnkirin, deqkirin û qedexe lê bûn pêkanînên rûtîn. AKP wê 282 girtîgehên din li 384 girtîgehan zêde bike.

AKP'ê bi biryarnameya dawî de ku lixwekirina kincê ji yekrengî li girtî û hikumxwaran ferz dike, zordariya xwe ya li girtîgehan derxist asta herî bilind. Sala 2017'an mîna li her qada jiyanê, yek ji cihên ku mafên mirovan herî zêde lê hate binpêkirin, girtîgeh bûn.

Ji nameyên girtiyan û serlêdanên parêzeran tê fêhmkirin ku êşkence û kiryarên xerab ên li girtîgehan bi ragihandina Rewşa Awarte re qat bi qat zêde bûne.

Tecrîda li nexweşxaneyan, nêzîkatiyên kêfî, êşkence û nêzîkatiyên xerab, sirgûn, cezayên dîsîplînê yên kêfî, çaresernekirina pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyan, tedawînekirina girtiyên bi nexweşiyên giran, bernedana wan û gelek pirsgirêkên mîna van li girtîgehan dewam dikin.

REWŞA GIŞTÎ YA GIRTÎGEHAN

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Edaletê, li Tirkiyeyê 384 girtîgeh hene ku 291 ji van girtî ne, 70 vekirî ne, 8 ên girtî yên jinan e, 5 ên vekirî yên jinan e û 7 ên girtî yên zarokan e. Li gorî daneyên wezaretê ji 1'ê Mijdara 2017'an û pê ve bi gişrtî 230 hezar û 735 girtî û hikumxwar li girtîgehan hene. Hejmar 230 hezar û 735 girtî û hikumxwaran, li gorî daneyên nifûsa bajaran a sala 2016'an ên TUÎK'ê, ji nifûsa 13 bajaran zêdetir e. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, hejmara girtî û hikumxwaran di nava 15 salan de 288 ji sedî zêde bû û gihîşt asta herî bilind a dîrokê. Di nava 5 salên dawî de hejmara girtî û hikumxwaran bi 97 hezarî zêde bû. Kapasîteya girtîgehan 207 hezar û 339 e, lewma 22 kes ji kapasîteyê zêdetir girtî û hikumxwar in. ji ber vê yekê li qewîşên 10 kesan, 25-30 kes dimînin. Gelek girtî neçar in li erdê razên. Di çarçoveya efûya sergirtî ya hikumeta AKP'ê de bi deh hezaran sûcdarên edlî hatin berdan.

Wezaret plan dike ku di nava 5 salên bê de 228 girtîgehên nû veke.

ZAROKÊN KU TEVÎ DAYIKÊN XWE LI GIRTÎGEHÊ DIMÎNIN

Dema ku AKP bû desthilatdar, dawiya sala 2002'an hejmara girtî û hikumxwarên jin 2 hezar û 108 bû. Ev hejmar heta 1'ê Mijdara 2017'an bû 10 hezar û 277. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, ji Nîsana 2017'an û pê ve 516 zarok neçar in tevî dayikên xwe li girtîgehên Tirkiyeyê bimînin. Li gorî heman daneyan, hejmara dayikên ku neçar in bi zêdeyî yek zarokên xwe li girtîgehê bimînin 44 e. Ji 560 zarokên neçar in bi dayikên xwe li girtîgehê bimînin, tenê 100 ji wan dikarin derve bibînin.

Ji sala 2013'an heta 2017'an, herî kêm 13 zarokên ji 12 heta 17 salî li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Li girtîgehan 2 zarokan sala 2013'an, 6 zarokan sala 2014'an, zarokekî sala 2015'an, 2 zarokan 2016'an, 2 zarok jî 2017'an ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dan.

MIRINA LI GIRTÎGEHAN Û REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 1025 girtiyên nexweş li girtîgehan hene ku 357 ji van bi nexweşiyên giran in. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê, di nava 2 salên dawî de hejmara girtî û hikumxwarên ji ber nexweşiya giran ji bo taloqkirina ceza serlêdan kirin 171 e. Hejmara girtiyên nexweş ku taloqkirina cezayê wan rast hate dîtin lê nehatin berdan 841 e. Tê gotin hejmara rastî ya girtiyên nexweş ji vê zêdetir e. Li gorî daneyên wezaretê 286 kes sala 2012'an, 265 kes sala 2013'an, 213 kes sala 2014'an, 373 kes sala 2015'an, 172 kes sala 2016'an li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Hejmara girtî û hikumxwarên di navbera salên 2000-2016'an de di nava 16 salan de li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan 3 hezar û 432 kes e. Di daneyan de nehate eşkerekirin bê sala 2017'an çend girtî û hikumxwaran jiyana xwe ji dest dane.

TECRÎD Û ÎZOLASYON

Li girtîgehan, ji ber şermezarkirina pêkanînên kêfî û rûmetşikandinê, cezayê hucreyê, qedexekirina hevdîtinê û îzolekirina ji cîhana derve li girtî û hikumxwaran tê birîn.

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Îmraliyê ji destpêkê ve dewam dike, li navenda van polîtîkayên zext û zordariyê ye. Ocalan ku tirs û fikar li ser ewlekariya jiyana wî hene, ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve nikare parêzerên xwe bibîne, ji 6'ê Cotmeha 2014'an û vir ve nikare malbatê û ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve jî nikare heyet Îmraliyê bibîne. Tecrîda li Îmraliyê bi rengekî kêfî roj bi roj tê girankirin.