AKP'ê Qada Sihhiye li kedkaran qedexe kir

AKP'ê Qada Sihhiye ya Enqereyê li pîrozbahiya 1'ê Gulanê qedexe kir.

Qedexeyên AKP/Qesrê yên li hemberî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê Roja Yekîtî, Têkoşîn û Piştevaniyê dewam dikin. Piştî Qada Taksîmê ya Stenbolê, Qada Sihhiye ya li Enqereyê jî li kedkaran hat qedexekirin.

Komîteyek ji KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê serî li Walîtiy Enqereyê da. Walîtiyê di bersiva xwe de got, "Qada Sihhiye ji meha Çileyê û vir ve êdî ne qada mîtîngê ye."

Komîteya Amadekar, ji bo pîrozbahî li Qada Kolejê bê lidarxistin wê serlêdanê bike.