'AKP'ê doza Fîlîstînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anî'
Pisporê Rojhilata Navîn rojnamevan Fehîm Taştekîn peymana navbera desthilatdariya AKP/Qesr û Îsraîlê nirxand û diyar kir, hikûmeta AKP'ê doza Fîlîstînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye.
Pisporê Rojhilata Navîn rojnamevan Fehîm Taştekîn peymana navbera desthilatdariya AKP/Qesr û Îsraîlê nirxand û diyar kir, hikûmeta AKP'ê doza Fîlîstînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye.
Pisporê Rojhilata Navîn rojnamevan Fehîm Taştekîn peymana navbera desthilatdariya AKP/Qesr û Îsraîlê nirxand û diyar kir, hikûmeta AKP'ê doza Fîlîstînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye.
Taştekîn da xuyakirin, ku AKP'ê doza Fîlîstînê her tim ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye û rewşa heyî weke encameke siyaseta îstîsmarê pênase kir.
Taştekîn bibîr xist, di dema desthilatdariya AKP'ê de têkiliya bazirganiyê ya navbera Tirkiye û Îsraîlê zêde bûye û da zanîn, Tirkiyeyê di endametiya Îsraîlê ya li nava OECD de mafê xwe yê vetorkirinê bi kar naniye û bûye sedem ku NATO daxwaza Îsraîlê ya vekirina nûnertiyê qebûl bike. Taştekîn got, "Desthilatdariya ku di têkiliyên derve de xwe tecrîd kiriye, xuya ye jê bawer kiriye ku peymana bi Îsraîlê re wê zextên li ser xwe sivik bike. Lewma şertên bi dilê Îsraîlê ne, ku gelekî xweş li berjewendiyên Îsraîlê tên û di nava rewşeke rewşeke asayî de jî bi hêsanî nayên qebûlkirin, di berdêla lêborîn û tazmînatekê de qebûl kiriye." Taştekîn destnîşan kir, Tirkiye li şûna ku bi Îsraîlê berdêlê bide dayîn, bi xwe berdêl daye.
BI ONE MINUTE RE XWEST XWE LI NAVA WELATÊN ÎSLAMÊ XURT BIKE
Fehîm Taştekîn 'gav' a Tayyîp Erdogan a li Davosê bi gotina 'One Minute' avêt nirxand û ragihand, ev yek bû sedem ku Erdogan li nava welatên Îslamê xwe xurt bike. Taştekîn got, "Li welatên Îslamê û Rojhilata Navîn, ji bo guherîn û veguherînê pêwîstî bi lîderekî xurt xuya dike, hebû. Û Erdogan bi vê yekê ve, rewşeke guncaw ji bo xwe afirand." Taştekîn da xuyakirin, ku ev pozîsyona Erdogan bi kêrî DYA û Ewropayê jî hat û heta ku li hemberî Îsraîlê nebe gefeke ewlekariyê, ev helwesta Erdogan a dijberiya Îsraîlê ji aliyê taktîk û stratejîk ve ji nedîtî ve hat dîtin. Taştekîn bibîr xist, ku ti ji van gavên Erdogan bi kêrî azadiya Fîlîstîniyan an jî qedandina êş û azara 40-50 salan nehatiye û got, "Berevajî, meseleya Fîlîstînê veguherî birîneke vekirî û Sûriye ku dijminê herî mezin ê Îsraîlê ye hat qelskirin."
YEK TIFAQA HERÎ XETERE YA LI HEMBERÎ ROJHILATA NAVÎN E
Rojnamevan Fehîm Taştekîn bal kişand ser hin nûçeyên di rojnameyên nêzî desthilatdariyê de hatine weşandin û ragihand, di yek ji van nûçeyan de hat gotin, ji bo aramiya Rojhilata Navîn tifaqeke nû ya Îsraîl, Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qaterê hatiye avakirin.
Taştekîn da xuyakirin, ev her çar welat li Rojhilata Navîn çavkaniya herî mezin a bêaramiyê ye, lewma û got, "Îsraîl dayika pirsgirêkên li Rojhilata navîn e. Erebîstana Siûdî jî welatekî ku destekê didin hemû rêxistinbûyînên tund û wan weke amûreke polîtîk bi kar tîne." Taştekîn bibîr xist, ji ber vê yekê tifaqa Tirkiyeyê bi Erebîstana Siûdî re gelekî xetere ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ev welat, destwerdan û amûrên polîtîk bi kar tînin. Ev amûr carna DAIŞ e, carna El Nûsra, carna jî El Qaîde ye. Lewma ev modela ku weke aramiya herêmê tê pêşkêşkirin, ya rast belayê herî mezin ê li serê Rojhilata Navîn e."
Pisporê Rojhilata Navîn rojnamevan Fehîm Taştekîn diyar kir, gelek welat Erdogan û AKP'ê weke hêzên destekê didin DAIŞ'ê dibînin û got, ji xwe qedr û qîmeta hikûmetê zêde nema ye.
'DIVÊ EV DURÛTIYA DESTHILATDARIYÊ BÊ EŞKEREKIRIN'
Taştekîn ragihand, divê beriya her tiştî Fîlîstînî û rêxisitnên weke Hamas li hemberî firotina xwe ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve derkevin û got, "Pêwîste ev durûtiya desthilatdariyê were eşkerekirin û hemû alî bi vî rengî li rewşê binêrin. Çawa ku li nava welêt her kes, her derdor ji bo berjerwendiyên xwe bi kar anîn, doza Fîlîstînê jî bi vî rengî bi kar anîn. Bi vê peymanê ve nîşan dan, ku ew ne ji dil in."