AKP'ê dest danî ser wesayît û maşînên kar ên 6 şaredariyan

AKP'ê dest danî ser wesayît û maşînên kar ên şaredariyên 6 navçeyên Amedê.

Hikûmeta AKP'ê, pêkanînên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê yên li Bakurê Kurdistanê zêde dike. Serdozgeriya Komarê ya Tirk a li Amedê, di çarçoveya lêpirsîna der heqê hin şaredariyên li Amedê hat vekirin de, dest danî ser gelek wesayît û maşînên kar.

Di vê çarçoveyê de hin kepçe, wesayît û maşînên kar ên şaredariyên Pîran, Farqîn, Sûr, Pasûr, Bismil û Liceyê û traktoreke Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) hatin desteserkirin.

Di vê navberê de ji xebatkarên şaredariyê yên hatin binçavkirin F.K, H.C, A.R.Ç, Y.S, A.O û A.O. hatin girtin.