'AKP'ê daxwaza patronan derxist pêş'

'AKP'ê daxwaza patronan derxist pêş'

Parlamenterê HDP'ê Levent Tuzel û Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kirin ku AKP'ê bi 'Qanûna Tûrik' re êrîşî mafên kedkaran kiriye û xwestin, karê taşeron bê qedexekirin. Tuzel da xuyakirin ku di qanûnê de ji aliyê tenduristî û ewlekariya karkeran ve ti guhertin nîne û got, "Rewşa ku berpirsyariyê diavêje stuyê karkeran dewam dike." Beko jî da zanîn ku yekdestkirin, rodovans û taşeronkirin bûne sedema mirina bi sedan karkeran û destnîşan kir ku guhertina di saetên kar ên karkerên madenê de hatine kirin jî, guhertineke xapînok e.

"Qanûna Kar û Hin Qanûn, Biryarnameyên xwedî hukma qanûnê û Qanûna li ser jinûve sererastkirina hin deynan" a bi hejmara 6552, ku di nava raya giştî de weke 'Qanûna Tûrik' tê naskirin, li dijî karkeran guhertinan derdixîne pêş. 

Me wateya Qanûna Tûrik a ji bo kedkaran ji Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Levent Tuzel û Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko pirsîn.

TUZEL: SAETÊN KAR NEHATIN KÊMKIRIN

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Levent Tuzel rexne li hikûmeta AKP'ê girt ku li dû firsendan dibeze û got, "AKP'ê, bi hinceta sererastkirina mercên karkerên madenê, karê taşeron mayînde kir. Xebateke ku ewlekariya kedkaran ji holê radike, hin barên din li ser doktorên malbatê û xebatkarên tenduristiyê ferz dike. Ji bo ekdaran ev tê wateya 'qanûna êrîşê'.

Karesata kanê weke firsendê hat bikaranîn. Her çend weke ku saetên xebatê yên karkerên madenê hatiye daxistin tê nîşandan jî, bi tenê saetên li binê erdê weke 6 saet hatiye diyarkirin. Bi dema li ser rûyê erdê re wê dîsa bigihêje heman saetê. AKP bi vî rengî xebateke ji bo nixumandina sûcên xwe meşand. Dema di nava xebatên gelemperiyê de bi têra xwe personel nebe, di warê wergirtina xizmetê de karê taşeron derdixîne pêş."

'BERPIRSYARÎ DIKEVE STUYÊ KARKER Û BERPIRSYARÊ TEKNÎKÎ'

Tuzel ragihand ku ji aliyê ewlekarî û tenduristiya karkeran ve di qanûnê de sererastkirinek nîne û axaftina xwe wiha dewam kir: "Biryar heye ku mercên bi vî rengî û kontrol ji aliyê karsaz ve bê kirin. Di mijarên 'mehane hatine dayîn yan na, li gorî peymanê tevgeriyaye ye yan na' her çend weke karsaz berpirsyar e tê nîşandan jî, lê belê di warê tenduristî û ewlekariya kar de, berpirsyariyê dixe stuyê karkeran û berpirsyarê teknîkî."

Tuzel, wezîfedarkirina mamosteyan û nîqaşên li ser 'sirgûn'ê yên di qanûnê de hatin kirin, bi vî rengî nirxand: "Tevî ku hin mirov hene ji vê kêfxweş bin jî, ev yek dikare weke pêkanîneke din a kadrobûyînê bê dîtin. Bi guhertina niha re em ê di dema pêş de wezîfedarkirinê nû yên xizmetê ji AKP'ê re bikin, bibînin.

Di qanûnê de, di bin sîwana gotinên têkoşîna li dijî paralel de hin guhertin hene ku di vê konjonturê de karmendan sirgûn dike, di wezîfedarkirin, veguhastin û li dadgeriya îdarî de lêgerîna wan a li mafê xwe asteng dike, heye."

Tuzel da xuyakirin ku xebata taşeron ji aliyê pratîkî ve rêxistinbûyînê asteng dike û got, "Pêwîste xebatkarên taşeron jî mîna ku sendîkaya wan heye, xwe birêxistin bikin, derkevin pêşberî karsazan. Bi birêvebirina hêza karkeran re ev êrîş dikarin bên astengkirin."

BEKO: DAXWAZA RANTXURAN LI BER ÇAVAN HAT GIRTIN

Seroke Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko jî diyar kir ku li gel derxistina qanûnê piştî komkujiya li Somayê ketiye rojevê jî, di qanûnê de guhertinên li ser karkerên madenê di aste duyemîn de mane. Beko got, "Ji ber ku guhertinên qanûnî yên li gorî daxwaza rantxur û burokrasiyê li dû ve li Qanûna Tûrik hatin bicihkirin, Qanûna Tûrik veguherî şorbeyê. Lê belê bersiv ji daxwaz û bendewariya bi mîlyonan mirovên li Tirkiyeyê jiyana xwe bi keda xwe dewam dikin re, nehat dayîn."

Beko bi vî rengî karê taşeron rexne dike: "Konfederasyona me ji destpêkê ve dixwaza taşeronbûyîn bê qedexekirin û hemû karkerên taşeron weke xebatkarên esîl ên karsaz bên dîtin. Di dema hevdîtin û nirxandinên li Meclîsê de jî, partiyên li mûxalefetê di vî warî de pêşniyarname pêşkêş kirin lê belê ve pêşniyarname bi dengên parlamenterên AKP'ê hatin redkirin. Hikûmeta AKP'ê ya ku bi salan got, 'mizgînî li we, kadro tê' û karkerên taşeron xisti nava hêvî û bendewariyan, ev hêvî û bendewarî ji bo wergirtina ranta siyasî bikar anî û taliyê jî got, 'rawestan nîne, taşeronî dewam e'."

'AKP'Ê REWŞ Û DAXWAZA KARGEHÊN MADENÊ DERXIST PÊŞ'

"Di qanûnê de ti mafekî nû ji karkerên taşeron re nayê dayîn. Guhetinên li ser destûra bi heq a salane, heqdest û tazmînata qidemê, mafên ji xwe di Qanûna Kar a heyî de hene û bi biryarên Dadgeha Bilind êdî misgor in. Ev maf heta roja îro li ser kaxizê hebûn, lê belê saziyên gelemperiyê yên bi rêveberiya hikûmeta AKP'ê û kargehên taşeron bi hev re, ev binpê dirin. Fikarên me hene ku di pêşanînê de ev maf careke din bê binpêkirin."

Beko ragihand ku der barê Soma'yê de tiştek ji qanûnê derneketiye û anî ziman ku guhertina herî girîng a der heqê karkerên madenê de "dema xebatê ya heftane, daxistina 36 saetan e." Beko da zanîn ku ev guhertin li ser zexta giran a kargehên madenê hatiye kirin û got, "Guhertin hat kirin ku karker 36 saetan li binê erdê 9 saetan jî li ser rûyê erdê bi giştî heftane 45 saetan bixebitin. Ev yek jî nîşan dide ku hikûmeta AKP'ê ne daxwaza karkerên madenê, ya kargehên madenê derxistiye pêş."

'SEDEMÊN BINGEHÎN ÊN CÎNAYETAN NEHATIN RAKIRIN'

Beko diyar kir ku tevî di mijarên heqdest û teqawîtiya karkerên madenê de hin maf tên naskirin jî, yekdestîkirin, rodovans û taşeronkirin bûne sedema mirina bi sedan karkeran û got, "Bêguman her başkirinek ji bo karkeran bê kirin girîng e, lê belê sedemên bingehîn ên cînayetên komî yên kar ji holê nehatin rakirin. Berevajî, taybetîkirina madenê dewam dike, taşeronkirin mezin dibe, maden û karkerên madenê ji hêrsa kar a sermayeyê re tên terikandin."

"Hikûmeta AKP'ê di taşeronkirinê de ku 'sîstema talanê' ye israr kir, ji bo Soma'yên nû rû nedin xwe nelivand. Careke din hat dîtin ku rojên xweş ên pêşerojê wê ji tûrikê AKP'ê dernekeve.

Bend, qedexe û zextên der heqê mafên sendîkayî de dewam bikin jî, ya dibe para me mezinkirina têkoşîna me ye. Rêxistinbûyîn, yekbûyîn û meşandina têkoşînê ye."